Cîhan

Li Efxanistanê êrîşa xwekuştinê: 37 mirî

 

Li Bakurê Efxanistanê li bajarê Maymana êrîşeke xwe kuştinê pêk hat. Êrîş, li mizgefta herî mezin a bajêr, piştî nimêja cejna qurbanê pêk hatiye.  

Li gorî agahiyên ewil, 37 kesa jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Rayedarêkî eyaleta Feryab, diyar kiriye ku, êrîşkar bombeya ku li ser xwe girêdaye teqandiye û di nv kesên ku mirine de polîs jî hene. 

Berpirsyarê vê êrîşê, Talîban tê dîtin. 

Ji aliyê din, êrîşa ku li Efxanistanê, hefta borî hatibû kirin a li eyaleta Uruzganê  Talîbanê girte ser xwe. Di wê êrîşê de 2 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin.  

 

Back to top button