Polîtîk

Doh Artêşa Esed îro Artêşa Azad Kurd qetil kirin

Bi minasebeta cejna qurbanê, di navbera rejîma Beşşar Esed û hêzên ku ji muxalifan pêk tên, artêşa azad a Suriyê de, li ser agirbesteke heftekî lihevkirin. Piştî lihevhatina her du aliyan, li Kurdistana Rojava Kurd bûne hedefa her du aliyan.

Doh li Helebê, artêşa rejîma  Beşşar Esed, li taxa Eşrefiyê bi topên hawanê êriş birine ser taxa Kurdan û 15 kes qetil kirin. Ji 15 kesan jê 11 kes Kurd bûn. Îro jî li heman bajarî li Helebê, Kurd rasta êrîşa artêşa azad a Suriyê ku li dijî rejîma Esed têdikoşe, hatin. Di encama vê êrîşê de 5 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa îro a artêşa azad a Suriyê de, hezên çekdar yên artêşa azad, ketine nav taxa Kurdan û gule reşandine ser gel. 5 kesa jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî di encama vê êrîşê de birîndar bûne.

Ev her du êrîş, ji bo pêşerojê mînakên ku pêwîste Kurd her tim bigrine ber çavan in. Hêzên çekdar, çi yên rejîmê û çi yên muxalifan, ku kengî lihevbikin, wê berê xwe bidine Kurdan û hewl bidin ku destketinên Kurdan li Rojava ji holê rakin.    

Li Helebê, piştî êrîşan yên li taxên Kurdan, gel daketiye kolanan û ev şerê dij Kurdan şermezar kiriye. 

Back to top button