Polîtîk

PYD-ê berpirsek PDK-ê revand

Li gora aghdariyên ji Kurdistana Rojava ji navçeya Dirêkê gihane, endamek yê serkirdeyatiya Partiya Demokrat a Kurd (El Parti) li Suriye ji aliyê çekdarên PYD-ê ve hatiye revandin.

Behzat Dursin endamê serkirdeyatiya partiyê dema ku xwestiye derbasê Kurdistana Başûr bibe ji aliyê çekdarên PYD-ê ve li gel hevalek xwe hatiye girtin. Wek tê zanîn hukumeta Suriye tixûbên Kurdistana Başûr teslimê çekdarên PYD-ê kiriye.

Ev ne cara yekeme ku PYD endamên rêxistin û partiyên din digire û heta hineka jî dikuje. PYD li gel Partiyê di nava hevgirtinekî de ye û pêwendiyên wan başin. Lê dixweyê PYD ji bo karnekirina partiyê ji aliyek din her tiştekî dike.

Berpirsê Partiyê ev nûçe piştrast kirin. Ji aliyekî di nav hevkariyekî ji aliyek din girtin û kuştin. Ev yek jî eşkere dike tu pêşeroja vê havkariyê tuneye. Tenê PYD bi vê yekê dikare ji bo berjewendiyên xwe kar bîne.

Ji xwe armanca hevkariyê ya herî berbiçav ewe ku tu şerek di nav kurdan bi xwe de dernekevê. Lê PYD gelekî guh nadê vê yekê.

Back to top button