Serok cejna misilmanan pîroz kir

Serokê  Kurdistanê cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Qurbana pîroz, xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû partî û aliyê siyasiyan û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî haciyên Kurdistanê ku niha li hêviya mala yezdan û mezarê pîrozê pêxemberê me yê mezin Hezretî Mihemed (Silavên xwedê li ser bê) rêwresma Hecê bi cîh tînin.

Hêvîdarim hemû rojên gelê me şadî û xweşiyê de bê û cejna îsal ji bo hemû aliyek bibê cihê xêr û xweşiyê û aştî û bextewerî xwe li ser Iraqa Federal da bikêşê û Kurdistan jî bikevê qonaxekî dinê avadankirin û binyatnan û pêşxistina giyana birayetî û yekrêzî û pêkvejiyan ku îro bûye hêmaya jiyana serdemiyane.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09/Zulhucce/1433 Koçî
25/Tişrîna Yekem/2012 Zayînî

Nerîna min :