Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê daxuyaniyek belav kir got “Amerîka dê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, piştevaniya Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê berdewam bike.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê ku tê de 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn daxuyanek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de ji malbatên şehîd û birîndaranr re sersaxiyê xwest û got “Amerîka ji ber berdewamiya êrîşên DAIŞê li seranserê Iraqê, ku duh li navçeya Mexmûrê 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan dilgiran e.”
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de di derbarê piştgirya hêzên Pêşmerge de jî dibêje “Amerîka pabendbûna xwe bi piştgirîkirina Hêzên Ewlekariya Iraqî û di nav de ji Pêşmerge re tekez dike, ji ber ku ew şerê DAIŞê berdewam dikin da ku têkçûna wê ya berdewam misoger bikin.”
Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.