CîhanRojev

Xalid Meşayix koça dawî kir

 Xalid Meşayix siyasetmedarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, di temenê xwe yê 86 salî de li Almaniya koça dawiyê kir.

Smaîl Mistefa kesekî nêzîkî Xalid Meşayixbû, dema çûyina wî ya Almanya heta wefata wî gelekî pûre eleqeder dibû. Smail Mistefa di derbarê wefata Meşayix de da xûyakirin ku, Eve demek bû Xalid nexweşbû û di nexweşxaneyû de dima. Mixabin li bajarê Rinplimê di nexweşxaneyû de koça dawî kir.

Di derbarê veguhestina cenazeyê Xalid Meşayix de,Ssmaîl Mistefa got, heta ku ew kaxezên nexewşxaneyê temam bikin, dê cenazeyê Mistefa Meşayix ji bo Hewlêrê bişînin û ji wir jî ji bo bajarê Qamişlo bişînin, da ku li wir were binaxkirin.

Samil Mistefa û Xalid Meşayix

Xalid Meşayix yek ji kesayetiyên nifşê yekem bû, ku tevlî yekem partiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya bibû, gelek caran ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, ku herî kêm 9 sal û 6 mehan ji temenê xwe di zindanên hikûmeta Sûriyê de derbas kiribû.

Xalid Meşayxi di sala 1935an de li bajarê Tirbe Spiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, û îro di temenê xwe yê 86 salî de, li Almanya koça dawiyê kir.

Back to top button