Sunda Me
gotarek nijadperest bû. Hukumetê AKPê, ev sunda hanê rakir, lê sendikaya Turk Egitim Sen, li dadgeha bilind ji bo cardin ev sund werê xwendin û biryara hukumetê ji holê rabe doz vekirîbû. Dadgehê biryar dabû ku cardin ev sund werê xwendin. Lê wezereta perwerdê ji bo biryara dadgehê ji holê rabe serî li dadgeha bilind dabû. Eve zêdeyî du salbûn dosya li dadgehê bû. Dadgehê nû biryar da û daxwaziya wezereta perwedeyê pejirand. Hêdî ev sunda nijadperest nayê xwendin.
Biryara dadgehê bi piranî hate wergittin, ji 15 endamên dadgehê 11 biryar pejirand û 4 a jî li dij dengê xwe dan.
Piştî vê biryarê MHP û CHPê li dijê biryara dadgeha bilind derketin û dan xûyakirin ku, ev biryarek xelete. Di vê derbarê de MHP gelek bi tundî helwesta xwe danîşandan.
Ji aliyek din ve CHP jî bi tundî li dijê vê biryarê derket û di vê derbarê de rexneyên mezin li Erdogan kirin. Berdevkê CHPê Faik Oztirak kpmferansek rojnemevanî li darxist û got: Ma mirov bêje ez Tirkim qey eybe? çi bû hun vê yekê diken? Oztirak berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Tifaqa Cumhur çibike nikare hijêkirina Ataturk ji dilê milet derêxe. Her gotara Sunda Me di dilê vîmiletî de cih bûye.Dê Sunda me cardin vegere dibistana û weneyên Ataturk bêne daliqandin. Dê milet bersiva vê di sendoqa de bide û we hamûya rêkê malên we..
Di rastiya xwe de herkes dikare bêje ez Tirkim, bê guman ev ne şerme, lê bi xortî bi darê zorê tu bi kurdan û miletên din ku li vî welatî dijîn bidî gotin ku Ez Tirkim
ev eybek mezine, nijadpersertiye û hizrek faşîzan e. Di Sunda me de dibêje“ Ez Tirkim, Çalakim û Rastim.. û bi vî cureyî berdewam dike. Li dibistana zarokên ku ne Tirkin jî mecburin vê bêjin û mejiyê wan b tê şûştin. Başe faşîzanî û nijadperestî ne ev be? çîye?
Mixabin di vê derbarê de deng ji aliyên Kurd dernakeve.