Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Japon civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmet û gelê Japonya dûpat kir ku herdem li çarçêweya hevkarî û yarmetiyên xwe yên ji bo Iraqê de, yarmetiya Herêma Kurdistanê jî dane û çendîn salên dirêje ajans û rêxistinên Hikûmî û nehikûmiyên Japonya li Herêma Kurdistanê çalakin û bi encamdana kar û projeyên xizmetguzariyên li warên av û kareba û averoda, hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.

Berî nîvroya îro çarşem 17.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Suzukî Kotaro Balyozê Japon li Iraqê kir.

Li civînê de hevkarî û yarmetiyên Japonya yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî ew hevkariyên li rêya rêxistinên Hikûmî û nehikûmiyên Japonya ve têne pêşkêş kirin, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel Japonya, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Japonî li Herêma Kurdistanê, encamên pejika Kovid-19, gefên terorê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û çend pirseke dinên girîng û hevbeşbûn, hatin nirxandin.

Birêz Balyozê Japon li Iraqê ji bilî pesindana rewşa aramiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre, her wiha ji bo wê hêsankariyên pêşkêşî ajans û rêxistinên Hikûmî û nehikûmiyên Japonya tê kirin, spasî Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku welatê wan li hevkarîkirin û yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û li gor warên pêwîst proje û karên xizmetguzariyê encam dide.

Li civînê de ku xanima Nagayama Yoshiko Berpirsa Nivîsîngeha Konsolgeriya Japon li Hewlêrê amade bû, rewşa koçber û penaberan xistin ber behs û her du alî hevre bûn ku divê koçber bi xwest û dilê xwe vegerin cihên xwe, ew jî piştî ku aramî û xizmetguzarî û derfetên kar ji bo wan bê dabîn kirin.

Li dawiyê da Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta dawî hatina erk û karên wî, spasî xanima Nagayama Yoshîko Berpirsa Nivîsîngeha Konsolgeriya Japon li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Nerîna min :