Dawî li parlementeriya Gergerlioglu anin û doza girtina HDPê dikin

Cezayê di derbarê parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu de ji aliyê dadgeha temizê de hate pejirandin. Biryara Dadgehê di parlementoyê de hate xwendin û bi vî awayî parlementeriya Gergerlioglu jî dawî hat. Li ser vê yekê di parlementoyê de gelek gotubûj û tevlîhevî çêbû. Lê di dawiyê de endametiya Gergerlîoglu ya Parlementoyê xilas bû.  Du sal û nîv cezayê Gergrlîoglu heye. 

Gergerlioglu kiye:

Omer Faruk Gergerlioglu sala 1965ê li bajarê Ispartayê li navçeya Karaagac  ji dayik bûye. Dibêjin eslê wî ji Ruhayê ye.

Gergerlîoglu ji  bajarê Kocaeliy e wek parlementerê HDPê hatibû hilbijartin.

Piştî biryara Faruk Gergerlioglu , serdozeriya Tirkiye di derbarê HDPê de bi daxwaziya girtinê serî li Dadgeha Desturî da. Niha dixwazin HDP bê girtin. Ev yek wek biryarek siyasî tê nirxandin. Sedema vê jî wek pêwendiya HDPê li gel PKKê didin nîşandin.

Di vê derbarê de bi navê demokrasiyê gelek daxûyanî tên dayîn. Piraniya aliyên siyasî li gora berjewendiyên xwe vê pirsê gotubûj dikin û daxwaziya girtina HDPê jî di vê çerçovê de dinirxînin. Demekî li Tirkiye gelek partî dihatin girtin. Lê eve 31 sala behsa girtina partiyên siyasî nedihat girtin.

Taybetî piştî operasyona Garê û kuştina 12 esîrên di destê PKKê de, partiyên wek MHPê behsa girtina HDPê kirin. Di bingehê xwe de hemû partiyên din jî digotin ku nabe pêwendiya HDPê li gel PKKê hebe û divê HDP xwe ji PKKê cuda bike.

Herkes vê rastiyê dizanê lê cardin serê xwe têxin bin axê û çavên xwe li rastiyekî digirin. Herkes dizanê ku HDP bi tifaqa Ocalan û dewletê wek projeyeka pêvajoya “ Aşitiyê“ hate damezirandin. Pêwendiya HDPê li gel PKKê tunebe HDP tu cara nikare bikeve parlementoyê de û 4 denga nagire.

HDP partiyek a koalisyona PKKû û çepên Tirk e. HDP xwe wekpartiyeka Tirkiye dide nasandin û armanca xwe jî Tirkiyebûn dide nasandin. Di rastiya xwe de dewlet neheqiyê li HDPê dike. HDP tu cara bê izna dewletê û bi serê xwe neçûye Qendil. HDP vekirî dibêje ku Ocalan îrada way e. Weneyên Ocalan û alên PKK wek sembolên HDPê ye.

Daxwaziya girtina HDPê ne rewaye. Biryarek siyasî ye. HDP ji çerçova nexşeya dewletê jê re dayî kifşkirin de pêwendî Qendil re daniye û heyetên HDPê bi izna dewletê û çavderiya istixbarata dewletê de hemû hevdîtin li gel Ocalan pêkanîye.

Dema mirov daxwaziya girtina HDPê şermezar bike gerek rastiya HDPê jî bîne berçav û bi vî awayî vê yekê binirxîne.

Nerîna min :