Roja înê 12.2.2021ê, Desteya birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe li nivîsgeha xwe ya navendî, li bajarê Qamîşlo lidarxist.
Di civînê de rojeva ku hatî destnîşan kirîn gotubûj kirin.
Rojeva Civînê:
1 – Rewşa rêxistinî.
2 – Nirxandina qonaxa bihûrî.
3 – Rewşa çand û rewşenbîrî.
4 – Rewşa kovara Pênûsa azad.
5 – Lidarxistina kongirê Y. N. K. S.
Piştî rawestanek berfereh li ser rewşa Y.N.K.S. a ku bi erênî hate nirxandin û bi taybetî damezirandina herdu şaxên Dihok û Hewlêrê bi saya şanda yekîtiyê û nivîskarên endam li herêma Kurdistanê, hêja ye gotinê ku wê di demek nêz de nûnertiya Y. N. K. S. li Ewrupa jî bê ragihandin.
Di dawî de komîteya lidarxistina kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hat afirandin û biryar hate standin ku lez lidarxistinê bibe.