NivîsarRojev

AKP xwe ji hilbijartinan re amade dike!

Li Tirkiye desthilat bi awayekî xwe ji hilbijartinên pêşwext re amade dike. Lê dema tê gotinê Erdogan dibêje ku, heta sala 2023ê hilbijartin tuneye. AKP destpê kiriye kongreyên xwe yên bajara dike û heta mimkin be Erdogan bi xwe di van kongreyan de amade dibe, yan jî bo Online tevlî kongreya dibe.Di her axavtina xwe de sinyalên hilbijartinên pêşwet dide.

Niha jî AKP ji bo guhertin û nûjenkirina Qanûna Hilbijartina û Partiyên Siyasî xebate ki dike û dê demek gelek nêzik de vê pêşniyara xwe bide hevalbendê xwe MHPê li gora nirxandina MHPê dê şeklê dawî bistîne û ji bo pejirandinê rêkin parlementoyê.

Li gora hinek agahdariyan qanûna nû de, benda hilbijartina tê guhertin û ji % 10 dadikeve % 7. Wek din herêmên hilbijartina têne guhertin û herêm têne teng kirin. Yanî dê welê bibe ku, li her herêmekî herî zêde 5-7 parlementer bêne hilbijartin. Di sîstema herêmên teng de hilbijartin piranî dê ji AKPê re baş be. Ji ber ku partiya dengê herî zêde bigre dikare piraniya parlementeran derêxe. Ev babetek bi serê xwe ye divê baş bê nirxandin. Gotubêjên berfireh ji bo vê yekê divê.

 Mercên ku partiyên nû tevlî hilbijartina bibin têne guhertin. Wek mînak hêdî partiyek nû bê avakirin û 20 palementerên wan di parlementoyê de hebin jî, ew nikarin tevlî hilbijartina bibin. Tê zanîn ku ji berî niha IYI Partî bi vê qanûnê tevlî hilbijartina bibû. Partî nû hatibû avakirin, lê CHPê hinek parlementer rêkirin nav IYI Partiyê da ku bikaribe tevlî hilbijartina bibe. Niha AKP bi vê qanûna nû, rê li partiyên wek Partiya Pêşerojê û DEVA dixwaze bigre.

Dixweyê desthilat di nava keftuleptekî de ye. Lê heman  çalakî ji aliyê muxalefetê ve naxweyên. Serde jî mixalefet doza hilbijartinên pêşwext dike.

Niha li Tirkiye du enîyên  hilbijartinê hene. Yek Tifaqa Cumhur e , AKP û MHP ye. Ya din jî Tifaqa Millet e, ew jî CHP, IYI Partî û Saadet e. Lê niha her tifaq hewldide xwe bi hêz aliyê din jî zeyif bike. Ji bo vê gelek danûstandin hene û kulîsên berfireh di vê derbarê de têne kirin.

HDP hêja bi serê xwe sekiniye. HDP li gel hinek partiyan hevdîtina dike û di encam de ji bo bikeve di nava Tifaqê kî de hinek tişt ji wan tên xwestin. Ji HDPê dixwazin ku PKKê red bike û bêje ku tu girêdanek a min terorê re tuneye. Lê eger HDP vê bêje ew bi xwe li holê namine û têkdiçe. Ji bo vê jî rewşa HDPê di vî warî de ne başe, di nava sergêjahîkî de ye. Yanî HDP di nava Qendil û Îmralî de maye asê. Lê herî dawî helwesta wan çibe dê bête zanîn.

Ji aliyek din ve, Erdogan dixwaze ji MHPê xilas bibe da ku bikaribe hinek aliyên Kurd iqna bike û dengên AKPê di nava Kurdan de zêde bike. Eger Erdogan bikaribe IYI Partiyê ikna bike û wan ji CHPê dûr bêxe, ihtimala ku ji dev Bahçelî berdê zêdetir dibe. Hingê Tifaqa Millet namine û cihê ji IYI Partiyê vala bibe bi awayekî bi HDPê bête tejî kirin. Eger HDP vekirî nekeve di nava Tifaqa Millet de, wek hilbijartinên şeredariyan dikare di pîş perdê de hevkariyekî li gel CHPê ragihîne.

Herweha AKP behsa destûrek nû jî dike û vê yekê wek guhertina rojevê gelek bi zanebûn kar tîne. Ji ber ku mercên guhertin yan jî çêkirina destûrek nû li Tirkiye gelekî zehmet e û ne mimkine destûrek ku bêhna demokrasiyê jê werê bê amade kirin.

Di vê pêvajoyê de ji bilî pirsa Kurd partiyên Tirkiye hemû tiştekî gotubûj dikin. Bê guman HDP jî di nav wan de heman rojevê gotubûj dike. Dê rewşa HDPê û helwesta HDPê çibe , ne gelekî zelal e. Ji ber ku dê Qendil yan Îmralî bêhtir bikaribe bandorê li HDPê bike, ev yek niha baş nayê zanin. Hilbijartinên şeredariyan de li Tirkiye HDPê guh neda Îmralî û bi ya Qendîl kir. Dê niha çi bike cihê gumanê ye.

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button