CivakRojev

DAIŞ tenê dikare êrîşê ser navçeyên bin desthilata hêzên Iraqê bike

Sekreterê wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê daxûyakirin ku, çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê tenê dikarin êrîş bikin ser navçeyên sînorê desthilatiya hêzên Iraqê. Pêşmerge çeperên xwe li hember terorîstên DAIŞê parastine.

Sekreterê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser lepta DAÎŞê li Iraqê û hinek deverên Kurdistanê ku ji derê herêma Kurdistanê ne daxûyaniyek ragihand. Yawe di daxûyaniya xwe de dibêje ku; eve 4 sale terorîstên DAIŞê li navçeyên bin desthilata hikûmeta federal êrîşî terorîstî dikin, lê Pêşmerge çeperên xwe li Xaneqînê heta sînorê Mûsilê parastine.’’

Yawer got: ‘’Ji destpêka sala 2018ê ve heta naha terorîstên DAIŞê tenê li navçeyên bin desthilata hikûmeta federal êrîş kirine, ne li navçeyên bin desthilata hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.’’

Herwaha teqez kir ku bi giştî ji 8 eniyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji sînorê Xaneqîn heta digehe sînorê Mûsilê, Pêşmerge çeperên xwe bi temamî parastine û çavdêriya tevgera terorîstên DAIŞê dike.

Yawer ragehand, tejî kirina navçeyên valatiya asayîşê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye erkekî giringe û pêwîste hikûmeta federal pêngav bavêje bo bicîhanîna wî erkî, vê derbarê de Pêşmerge hemû amadebûnek bo rêkeftinê nîşan daye.

Back to top button