Eger nexwazin şer nav kurdan de derkeve divê ji PKKê re bêjin STOP
Pkk, ew planên ku ji zû de amadekarine îro pêngavên wanî pratîkî davêje û êrişî artêşa Kurdistanê dike.Ger hûn herin ji pkkê bipirsin ewê ji were bêjin ku “hemû kes li dijî me ye” bes wexta mirov li pratîka wan dinere mirov dibîne ku ew êrişî hemû kesî dikin. Pkkê beriya nuha çend salan êrişî Pêşmergeyên Rojhilat (PDK-İ) kirin.
Gelo li Rojhilat jî Barzanî hebûn? Sedema êrişa pkkê jî ev bû, digotin “heqê tu kesî nîne werin ser sînorên ku di bin kontrola me de be.” PKKê bêriya nuha çend salan li Şingalê êrişî Pêşmegeyên Rojava (Leşkerên Roj) kirin piştî êrişê dîsa daxuyanî dabûn û di daxuyanî ya xwe de wusa digotin “em qebûl nakin hêzeke din nêzîkî wan deveran bibine ku di bin kontrola me de be.
Tişta herî balkêş jî ev e, wexta mesele dibe hêzên Kurdistanî, pkk qebûl nake û bahsa parastina heremên di bin kontrola wê de ye dike. Ger pkk ew helwesta li beramberî hêzên Kurdistanî nîşan dide li beramberî dewleta dagirker ya Tirkî nîşan bida îro gelek cihên ku mîna Abdilkofî, Çiyayê Şefîq û gelek heremên din wê ne di destên hêzên dagirkeran de ba.Deskeftiyên Başûrê Kurdistanê deskeftiyên hemû Kurdan e.
Ger Kurdistanî dixwazin ev deskeftî werin parastin divê ku li beramberî hêzên êrişî van deskeftiyan dikin xwedî helwest bin.Bêhelwestî, bêdengî, tirsonekî mirine!Ger bi rastî em naxwazin xwîna Kurdan bi destên Kurdan were rijandin, divê em rabin û ji pkkê re bêjin STOP!Wekî şexs jî helwesta min gelek zelale û îro carekedin dixwazim bînim ziman ku ne ji dewletên dagirker û ne ji hêzên paramiliter û entegrasyonîst natirsim. Heta mirinê li gel Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê me.
Bijî Serxwebûn.
Bijî Kurdistan.
Serhad Mêrdînî