Ji aliyê PKKê ve hate şehîd kirin

Li bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di navbera wan de şer û rûbirûbûn derket. Çavkaniyekî li nexweşxaneya Duhokê jî ji Rûdawê re ragihand, pêşmergeyekî birîndar ku li Çemankê birîndar bûbû, şehîd bûye.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Eyûb Nisrî ragihand, ew pêşmergeyê jiyana xwe ji dest daye û şehîd bûye, navê wî Hêriş Cewher Xoşnaw e.

Hîwa Ebdulsitar, xizmekî wî pêşmergeyî ji Rûdawê re ragihand, “piştî ku Hêriş bi birîndarî veguhastine nexweşxaneya Duhokê, wî jiyana xwe ji dest daye.”

Hêriş Xoşnaw zewicîbû û 4 zarokên wî hene.

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr jî di daxuyaniyekê de ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”

Elend Emîr, Rêveberê Bajarokê Çemankê pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, di bûyerê de sê pêşmerge birîdnar bûne.

Ev êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge di demekê de ye, ku Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) roja Çarşemiya bihorî 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de gotibû, boriyeke petrolaê li Bagok a Mêrdînê ji aliyê gerîlayên wan ve hatiye teqandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî paşê di daxuyaniyekê de dabû xuyakirin, ku boriya petrola Kurdistanê ji aliyê “terorîstan” ve hatiye teqandin.

Serok Barzanî jî roja Duşemê 2ê Cotmeha 2020an peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kir û got, “Dîrok şahidiya ewê dide me û em şanaziyê dikin ku me şerê Kurd û Kurd heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyek zerereke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.”

Serok Mesûd Barzanî di wê peyama xwe de PKK bi berdeng girtibû û gotibû, “Piştî êrîşa dirindane ya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgirî li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin.”

Serok Barzanî amaje bi wê jî kiribû ku ew reftarên PKKê “ne cihê qebûlkirinê ye” û tekez kiribû, “Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî bi bîra serkirdayetiya PKKê dixe ku dema ew di destpêka destpêkirina çalakiyên xwe de bûn, “me hemû cûreyekê hevkariya wan kir. Ewan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûn.”

Serok Barzanî destnîşan kiribû, ku di vê dema niha de her aliyek rêz li desthilata şerîî û yasayî ya Herêma Kurdistanê bigire û wan navçeyan vala bikin ku “bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagirkirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê.”

Nerîna min :