Civak

Televizyonên zîrek çawa sîxûriyê dikin?

Ersînî Çîlsîn pîsporê Rûsî ya li zanista teknelojiya eşkere kir ku amêrên televizyonên zîrekên nû dikarin çavdêriya xelkê li mal ve bikin û hemû çalakiyên wan bi deng û wêne tomar bike.

Li hevpeyvîneke taybet da Çîlsîn balkişandiye li ser wê yekê ku ew amêrên nû ku kamêraya wan heye dikarin hemû demên malê bi deng û wêne tomar bikin, ew jî li rêya dakişandina hinek app ên li ser amêrê pêktê ku girîngtirînê wan ewin ku yarmetiyê didin li ser hilkirin û ragirtina televizyonê li rêya deng û wêne ve.

Ew pîsporê Rûsî tekez kiriye ku hemû televizyonên zîrekên nû dikarin hemû dengan tomar bikin û eger televizyon girtî jî be ew her tomarkirinê berdewam dibe.

Her wiha got: Televizyon dikare dosyeya dengan ji bo kompanyayê ku wê televizyonê berhem aniye veguheze û li wir kod têne vekirin û gelek bi hêsanî hemû tomarkiriyan bi dest ve tînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button