Galbraith: Dereng yan zû serbixweyî ya Kurdistanê pêktê

Dr Peter Galbraith ku niha mamostaye li Zanîngeha Pensilvanya. Demeke zêde li Wezareta Derveyê Amerîka kar kiriye û piştî rûxana Yekîtiya Sovyetê Balyozê Amerîka bû li Kirwatya(Hirvatîstan)ê.

Hevkariyeke zêde serkirdeyên Kurd kiriye û rêya Wezareta Derve ji bo wan vekiriye. Her wiha kar li ser veguhestin parastina sedan hezar ton belgenameyên rejîma Iraqê yên li ser Kurdan ya li piştî raperîna 1991 kiriye. Di dema nivîsîna destûra Iraqê da Şêwirmendê tîma Kurdistanê bûye.

Li hevpeyvînek da behsa paşeroja Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: Rewşa Kurdistanê ya li piştî referandumê de ez bawerim pêşveçûn pêknehatiye, lê belê daxwaza mezina xelkê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê sarnebûye. Bi raya min dereng yan zû serbixweyî pêktê.

Dr Peter Galbraith dibêje: Eger bereyeke yekgirtiya Kurd li 2017 de hebûya niha Kurdistan serbixwe bû. Gotineke navûdeng heye dibêje: ”Kurd ji bilî çiyayan dostê xwe tûne”، ez herdem çend gotinek li ser vê risteyê zêde dikim û dibêjim dijminê Kurdan gelekin û xeraptirînê wan jî Kurde. Kurdistan ji ber nakokiyên di navbera partiyên Kurdan de ziyaneke zêde li ber ketiye. Her wiha ji ber wê ku amadene qurbanî bi berjewendiya niştimanî bidin bi navê berjewendiyeke siyasiya demkî. Eve bi başî li meha cotmeha 2017 de me dît. Eger bereyekî yekgirtî hebûya ez bawerim Herêma Kurdistanê dikariya berevaniya Kerkûk û wan navçeyan bike. Eger yekgirtîbûya renge niha Kurdistan serbixwebû. Bi nêrîna min ewe kêşeye. Dibînim ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Wezîr Mesrûr Barzanî hewldane wan nakokiyan kêmbikin li rêya hevdîtinên li gel serkirdeyên YNK.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: