Polîtîk

Demirtaş: Ey Reqîb û alaya Kurdistanê destkeftiyên netewî ne

Selahedîn Demirtaş di daxuyaniyekê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku careke din dest bi danûstandinan digel PKKê û Ebdula Ocelan bike.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de dibêje ku ji bona şaitî û aramî bi cih bibe dive hikûmet rêya diyalogê veke:

Pêwîste hikûmet û dewlet wê yekê nekin bihane ku danûstandinên berê tu encamp û berhem nebûye û danûstandinên bên jî dê her wusa bê berhem bin. Dive hemû kes û alî li ser encamdana danûstandina bi îsrar bin.

Serokê BDPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku çend careka berdefkên hikûmetê îşaret bi wê yekê kiriye ku her dema pêwîst be, dewlet û hikûmet amadene diyalogê bi Ocelan û KCKê re bikin:

Em dibêjin dema wê yekê hatiye ku, ji bona ku bigihijin aşitiyê, divê dewlet bikeve tebgerê. 

Selahedîn Demirtaş behsa destkeftiyên netweî yên kurda kir ku siruda netewî Ey Reqîb û alaya Kurdistanê ku nuha li başûrê Kurdistanê bi fermî hatiye nas kirin û bilind kirin, bi destkeftiyên netewî dan zanîn û got:

Kurdan destkeftiyên xwe yên netewê hene û pêwîste hemû alî rêz û hurmetê jê re bigirin. Yek ji wan destkeftiyan siruda niştimaniye Ey Reqîb yaku, di serdema komara Kurdistan li Mihabadê hatiye bikaranîn. Detkefteke din jî ew alayê Kurdistanê ye yê ku li herêma federal li başûrê Kurdistanê hatiye bilind kirin. Ev alaya, alayekî fermî ye û divê li tu gerêma nebe asteng.

Demirtaş dibêje ku di hemû rêkeftinên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyva Kurdistan tê bikaranîn:

Çima dema rêkeftinên bazirganî bi bihayê 8 milyar dolaran tê îmza kirin  îtîraf bi Kurdistanê dikin, lê dema behsa ala û siruda niştimanî tê kirin pirsgirêkan peyda dikin?

Weke tê zanîn heta vê rojê jî PKK weke rêxistineke siyasî a kurdî îtîrafê bi alayê Kurdistanê nake û di çalakiyln xwe de alayê Kutrdistanê narakin.

Back to top button