Mediya tirkî: Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland
Karvedana bîranîna Mistefa Barzaniyê nemir li bakurê Kurdistanê di mediyaya tirkî de:
– Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland
– Alaya Barzanî li asîmanê Diyarbekirê hejiya
– Li Diyarbekirê alaya Barzanî bilind kir
– Li Diyarbekirê alaya Kurdistanê bilind kir
– Alaya Kurdistanê li asîmanê Diyarbekirê hejiya
– Li şûna alayaê Tirkiyeyê, alayê Barzanî bilind kir
– Di wê konfrensa li diyarbekirê hatye saz kirin alayê desthilata bakur biilind kir
– Bi çiklandina alayê Barzanî, madeya sêyem a destûra Tirkiyeyê binpê kir
– Li Diyarbekirê alayî fermeî yî desthilatdariya bakurê Îraqê bilind kir
– Grûpa Dicle û Firat li Diyarbekirê, ji bona bîranîna bavê Mesûd Barzanî, merasimek saz kir.
– Di merasima bîranîna Mistefa Barzanî de, wêneyê mela Mistefa Barzanî hilawîst
– Di merasima bîranîna mela Mistefa Barzanî de, li şûna alayê Tirkiyeyê alayê Barzanî bilind kir
– Mistefa Barzanî weke qehremanekê mezin yê kurd qebûl kir.
Weke tê zanîn Ciwanên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê, li bajarê Qosarê, di roja 01-03.2012ê de ji bo bîranîna Mistefa Barzaniyê nemir merasimeke bijarte saz kiribû. Di merasimê de ku, gelek kes têde amade bibûn, bi xwendina siruda niştmanî a kurdî Ey Reqîbê dest bi civînê kir û herwesa di salona merasimê de alayê Kurdistanê, wêneyê nemir Mistefa Barzanî hatibûn hilawîstin.