Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke parlamentoya Swêdê kir

 

Duhî li Hewlêrê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berbijarê postê serokwezîriya Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyetek parlementerên parlementoya Swêdê kir.

Heyeta parlamenterên swêdî ku, nuneratiya 5 partiyên mezin (Partiya Sosyaldemokrat, Partiya Moderat, Partiya Gel, Partiya Senter û Partya Mesîhiyên Demokrat) yên Swêdê dikin kêfxweşiya xwe bo serdana Kurdistanê û bi taybetî hevdîtina wan bi Nêçîrvan Barzanî re diyar kir. Heyeta swêdî, bi minasebeta erkdarkirina Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê jî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kirin û hêvî xwestin ku, di dema karkirina xwe de bikaribe di her warî de Kurdistanê ber bi pêşkeftin û awedankirinê ve bibe.

Heyeta mêwan herwiha amadebûna xwe û ya partiyên xwe bo piştgîrîkirin ji ezmûna demokratîk ya Kurdistanê û bihêztirkirina ezmûna Kurdistanê jî diyar kirin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana heyeta swêdî bo Kurdistanê  diyar kir û balkêşande ser dîroka peyvendiyên di navbera Kurdistan û Swêdê de û ev peyvendiyên han bi girîng û dostane wesif kirin.

Pişt re heyeta mêwan di derbarê çendîn pirsên sereke yên karkirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de çendîn pirs pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsên heyeta parlamentoya swêdî de got ku, parastina aramî û aştiya civakî, bihev re karkirina tevaya pêkhateyên Kurdistanê, parastina yekrêzî û yekdengiya gelê Kurd, xweamadekirina bo rûbirûbûna her bûyereke diqewime, bihêztirkirina asta xizmetgozarî û hewldan bo çareserkirina kêşeyên hilwastî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xalên sereke yên kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê ne.

Di derbarê rola kurd di guhertinên herêmî de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, ji bo aştî, aramîya herêmî,  kurd hertim faktereke sereke bûye û dê hertim li ser vê pêgeha xwe bimîne. Diyalog û rêbazên aştiyane û demokratîk jî ji bo çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkan baştirîn metod in.

Di derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî di bersivê de got ku, ew niha di nava pêvajoya veguhastinê dene û ber bi demokratîzekirnê ve pêngavan davêjin lewre kemasî jî der dikevin.

Di vê hevdîtina han de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî jî tê de amade bû, birêz Nêçîrvan Barzanî got ku, wan hedef û bernameyeke gelek baş bo pêşeroja gelê xwe daniye û ew li gorî wê bernameyê ber bi demokrasî û bihêzkirina canê qebûlkirina çanda demokrasî û hevûdûqebûlkirinê ve dimeşin û demokrasî jî armanca sereke ya desthilatêye jiber ku, her desthilatek ku, demokratîk be vê demê meşrûêyeta xwe ji xelk werdigire.

 

Back to top button