Nivîsar

Bîrand: Di girtina Ocelan de MITê tu wezîfe û rol nebû

Rojnamevan Mihemed Elî Bîrand di bernameyekî de li ser pirosesa 28ê sibatê ku di wê pirosesê de hikûmeta Necmedîn Erbekan diherife û hikûmeteke nû ava dibe,  amade kir.

Di bernameyê de, Mihemed Elî Bîrand, behsa serdema girtina Ebdula Ocelan serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û dibêje ku bi tenê yek welat ew kar, girtina Ocelan, kir ku, ew jî Amerîka bû:

Min digel gelek berpirsên herî bala yên beşdar di girtina Ebdula Ocelan de hevpeyvîn kiriye û zaniyarî ji wan wergirtinemine. Di girtina Ocelan de bi tenê yek welat ew kar kir, ew jî Amerêka bû.

Bîrand dibêje ku, di girtina Ocelan de MITê tu wezîfe û rol nebû:

MIT bi tenê weke posteçî çû Kîniyayê û paketa xwe li wir wergirt û vegeriya, ew jî Ocelan teslîmî destê arteşa Tirkiyeyê kir.

Tirkiyeyê tu rok di girtina Ocelan de nebû bi tenê wergirtin behra wê bû.

Navborî di bêje ku di dema girtina Ocelan de, Amerîkayê şertek li pêşiya Tirkiyeyê deyna, ew jî ew bû ku nabe bi tu awayî tiştek bi sere Ocelan de bê û dive bi awayîkî adil bê mehkeme kirin:

Serokê MITê yê wê demê, piştî peywendî bi serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê  kirî, şertê Amerîkayê qebûl dike û bi vî awayî pîlana girtina Ocelan.tê cîbicî kirin 

Back to top button