Uslu: Dewletparêzên cimaeta Gulen dê bên jinavbirin
Rojnamevan Emre Oslo di nivîseke xwe de ku, di rojnameya Tarafê a tirkî de weşandiye, dinivîse ku dewletparêzên cimaeta Fethula Gulen di pêşerojeke nêzîk de dê bên jinavbirin û girtiyên KCKê jî dê bên azad kirin.
Uslu di nivîsa xwe de herwesa behsa PKKê dike û dinivîse ku ji bona rêgirtin li pêşiya çalakiyên PKKê di demsala buharê de, MIT dê danustandinan bi PKKê re biek:
– PKK xwe amade kiriye ku digel hatina demsala byharê dest bi êrîşên mezin û berfireh bikin. Ji bona rêgirtin li pêşiya wî şerî, MIT danustandinan bi PKKê re encam bide daku nehêle ew şer dest pê bike.
Rojnamevan Emre Uslu di berdewamiya nivîsa xwe de behsa helwestê hikûmeta Tirkiyeyê li hember pirsa kurd dike û dinivîse:
– Hikûmet jî hewil dide dest bi pirosesa vebûna demukratîk bike û hindek guhertinan di çend qanûnan de bike û bi vî awayî girtiyên KCK azad bike.
Rojnamevana navborî dinivîse ku hindek ji dewletparêzên cemaeta Fethula Gulen astengiyên mezin li pêşiya bernameyê hikûmeta Tirkiyeyê dirust dikin. Hikûmet jî hewil dide ku kesên astengiyan dirust dikin nehêlin û dirustbûna kirîza MITê jî ji bo wê pirosesê bedigere.