Îro serok û cîgirê serokê parlamentoyê diyar dibin
Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Îbrahîm di daxuyaniyekê de diyar kir ku, rêvebiriya PDKê û endamên polîtbûroyê Hesen Sûr wek cîgirê serokê nû yê parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye.
Cefer Îbrahîm, ji AKnewsê re got:
– Piştî ku Kemal Kerkûkî daxwaz kir ku kesekî din bo cîgirê serokê nû yê parlamentoyê Kurdistanê bê destnîşankirin, me jî namzedekî din destnîşan kir. Polîtbûroya PDKê piştî gotûbêjkirina vê yekê, endamê polîtbûroyê Hesen Sûr wek cîgirê serokê parlamentoyê destnîşan kir.
Peyvdarê Yekitiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyan jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku, YNKê jî Erselan Bayiz cîgirê niha yê serokê parlamentoyê, ji bo postê serokê nû yê parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye.
Biryare îro emjmêr 11ê berî nîvro, parlamentoya Kurdistanê di rûniştineke awarte de îstîfakirina her yek ji serok û cîgirê serokê parlamentoyê qebûl bike û piştre serok û cîgirê nû destnîşan bike.
Şwirmendê ragihandina paralmentoya Kuyrdistanê Tariq Cewher xuya kir ku, parlamentoya Kurdistanê di rûniştineke awarte de dest ji kar vekêşana her yek ji serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî û cîgirê wî Erselan Bayiz pesend bik, piştre, rûniştin dê ji hêla bi tementirîn parlamenter ve birêve biçe ku tê pêşbînîkirin li gorî temen Şêrwan Heyderî be.
Piştî bi tementirîn parlamenter serokatiya rûniştinê werdigire, dê daxwaz ji mezintirîn lîsteya nav parlamentoyê ku, Lîsteya Kurdistanî ye, bike ku serok (Ersekan Bayîz ji YNKê) û û cîgirê wî (Hesen Sûr ji PDKê), yê nû diyar bikin û dê dneg li ser wan bê dayîn.