Dosya

Petrol û gaza Kurdistanê yekemîn e

Li gor Banka Seymour Pierce a warê veberhênanê li Brîtanyayê, Kurdistan yek ji wan sê herêma ye ku di paşerojê de dibe xwedan pêgeheke bihêz di warê petrol û gazê de û bi wê samana xwe dewlemend e.
Dr. Doug Youngson ku li Banka Seymour Pierce şirovekarê warê petrol û gazê ye, li ser heft herêmên cuda lêkolînek kiriye ku samanê wan ê petrol û gazê heye û herwiha sê navçeyên wek Kurdistan, Rojhilatê Afrîqa û Derya Bakur hilbijartiye û bilidtirîn pile daye wan ku di paşerojê de berhemekî wan ê berçav çêdibe û dibin xwedî pêgeheke bihêz.
Di ravekirina xwe de Youngson tekezê li ser xemilandina dezgeha lêkolîna Jeolojî ya Amerîkayê dike ragehandibû ku, 40 milyon bermîl petrol û 60 trîlyon m2 gaza wê heye. Navbirî dide zanîn ku Kurdistan li gor navçeyên din ên İraqê herêmeke aram e û vê yekê jî wiha kiriye ji bo veberhênanê kompanyayên biyanî berê xwe bidin Kurdistanê.
Youngson wiha dibêje:
Di hundirê van çend salên borî de çalakiyên kompanyayên biyanî zêde bûne û niha li Kurdistanê çend kompanyayên biçûk û navendî dest bi karkirinê kirine.
Di dawîyê de Kurdistanê mohra pesendkirinê wergirt, evna jî piştî wê yekê hat dema Kompanya Exxon Mobîl hat herêmê û li şeş blokan dest bi karê dîtina petrol û gazê kir. Wek pêngaveke herî nû jî, niha tê gotin ku di bernameyê Kompanya Total de heye were Kurdistanê û dest bi karê dîtina petrolê bike.
Bi baweriya wî şirovekarî, sedema hatina şîrketên petrolê bo Kurdistanê ew e ku, Heta niha berhemê petrolê li derveyê Kurdistanê ne cihê dilxweşiyê bûye û ger berhemê İraqê zêde jî bibe bi wê yekê ve girêdayî ye ku berhemê petrol û gazê li Kurdistanê zêde dibe.
Hatina Kompanya Exxon Mobîl û Total bo Kurdistanê wê yekê îspat dike ku di dahatû de ev herêm dibe yek ji navçeyên serekî yên berhemanîna petrolê.

Back to top button