Polîtîk

Eger em hişyarbin pèşerojeke baş li benda me ye

Li gora nûçeya Kurdistan TV-ê, Hewlêrê bi amade bûna Serokê Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî, Wezîrê navxwe yê Kurdistanê û Berpirsê giştî yê asayîşa Kurdistanê Ismet Ergoşî û malbeta Efserên meznûn merasimek bo Efserên pile bilind yên asayîşê hate sazkirin.

Di destpêka vê merasima han de Berpisê asayîşê Ismet Ergoşî peyvek pêşkêş kir û jibilî bixêr hatin kirina mêwan û malbetên Efseran hevdem spasiya Efserên beşdarkirî û Mamosteyên wan kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Serokê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî kir û hevkarî û piştgîriyên nav hatî yên ji bo serkeftina vê devreya han bi girîng wesif kir.

Ergoşî balkêşande ser vê yekê ku, di vê devreya han de 213 Efser bi qasî 6 mehan di her warê de perwerde dîtine û îro jî ev devreya han bi dawî hatiye û ev Efserên han amadene ku, xizmeta welat û Gelê xwe bikin.

Piştî bi dawî hatina gotara Ismet Ergoşî Serokê Ajansa Parastina asayîşa Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û çendîn mêjarên girîng û rojane şîrove kir.

 

Ev deqê Gotara mesrûr Barzaniye:

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Amadebûyên hêja û mêwanên birûmet

Hun gelek bixêr hatin bo merasima bi dawî hatina devreya perwerdehiya 6an a Efserên ajansa parastina asayîşa Kurdistanê.

Bi vê minasebeta han dixwazin pîrozbayî û destxweşiyên xwe pêşkêşî wan Efserên birêz bikim ku, îro beşdariya vê merasima han kirine, hêvî dikim ev Efserên han bi ezmûn û bi perwerdeyeke gelek baş û bihêz vegerin nava refên hêzên Asayîşî û bi zanabûn û bi hestên baş bikaribin erk û karên xwe bi başî cîhbicîh bikin û xizmeta welat û Gelê me bikin, ez careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wan dikim.

Her bi vê minasebeta han ez dixwazim ku, serê xwe li hember şehîdên Kurdistanê bi taybetî ev Şehîdên ku, di nava refên ajansa parastina asayîşa Kurdistanê de canê xwe bo parastina rewşa ewlekarî ya welat û Gelê xwe feda kirine bitewênim û perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbeta birêz ya wan şehîdan dikim û hêvî dikim xwedê mezin hevkariya me bike daku, em bikaribin baştir xizmeta welat û Gelê xwe bikin.

 

Civata Asayîşa Kurdistanê Kar û Çalakiyên Dezgehên Ewlekarî Organîze Dike

 
Ez dixwazim hinek behsa ev guhertinan bikim ku, di warê karûbarên dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê de hatine kirin, jiber ku, mimkune hinek pirs li cem welatiyan û hevalên me hebin ku, hîn jî bersifa wan nizanin.

Her çend ev dezgehên han piştir jî dezgehên fermî û qanûnî bûn lê Parlementoya Kurdistanê bi mebesta serrast kirinna wan qanûnên han hinek guhertin di nava wan qanûnan de kir û careke din di vê warî de qanûnên nû der kir.

Li gorî vê qanûna nû civatek hate damezirandin bi navê civata asayîşa Kurdistanê, ev civata han weke sîbanek kar û çalakiyên tevahiya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê organîze dike û ev dezgehên han jî ewin, dezgeha asayîş, hewlagîrî, zaniyarî û parastin.

Civata asayîşa Kurdistanê weke sîbanekî ye û organîze kirina kar û çalakiyên tevahiya dezgehên ewlekarî û îstîxbaratî yên Kurdistanê dikeve ser stuya vê civata han ji bilî vê jî civata nav hatî helqeya peyvendî di navbera Serokatiya Kurdistanê û dezgehên ewlekariye.

Erkê sêsiyan ya vê civata han amade kirina siyaseta asayîş û ewlekariya netewiye.

Ez hêvîdarim dema biryar hate dayîn ku, bi vê pergala nû kar were kirin, civata han jî bikaribe di demeke nêz de û bi awayekî baş erkên xwe cîhbicîh bike.

Bi kerema xwedê vê emê di wan rojan de vê yekê bibînên ku, dezgehên han bi awayekî baş hevkariya hevû dû bikin û erkên xwe cîhbicîh bikin.

 

Eger Em Hişiyar Bin Paşerojeke Baş Li Benda Me Ye

 
Li wir ez dixwazin hinek jî behsa rewşa Deverê û guhertinên heyî yên li Deverê bikim ku, bi awayekî rasterast bandorê li ser Kurdistanê jî dikin.

Weke tê zanîn ev guhertinên han ji par ve destpê kirine û hîn jî dom dikin.

Em dizanin ku, di nava wan guhertinan de derfetên gelek baş dikevin destê Gelê me lê dibe ku, metirsiyên girîng yên vê jî hebin.

Biryarên me û çawetiya tevgeriyan û nizîkatiyên me bi wan bûyer û guhertinan re dibe sedema diyar kirina paşeroj û çarenûsa me.

Eger em bi hişiyarî û bi zanabûn li hember wan guhertinên heyî tev bigerin vê paşerojeke gelek baş li benda me be, lê eger xwedê neke emê şaştiyek bikin vê em bi metirsiyên gelek mezin re rûbirû bibin.

Lewre ez li wir rûya xwe li we Efser, endam û karmendên asayîş û dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê dikim û hêvî jî ji xelkê Kurdistanê dikim ku, daku hest bi berpirsiyartiyên xwe yên Dîrokî bikin jiber ku, ev biryarên ku, îro tên dayîn vê bandor li ser paşeroja Kurdistanê dikin, jiber ku, paşeroj û çarenûsa me îro tê destnîşankirin.

Her pêngaveke ku, îro em davêjin eger li ser rêyeke rast de be vê paşerojeke baş li benda me be, lê eger pêngava han şeş be vê demê emê bi dest xwe xwe dixin nava kêşe û aloziyan, lewre ez daxwaz ji we dikim ku, bi berpirsiyartî kar bikin û li hember bûyer û rûdawên curbicur jî bi berpirsiyartî tev bigerin.

 
Hun Parêzerin Demokrasîne

Hun parêzerên ewlekarî û asayîşa vê welatîne, hun netenê parêzerê mal û canê welatiyên vê welatîne belku, hevdem parêzerên demokrasîne jî. Hun parêzerên cîhbicîh kirina demokrasîne.

Hun pêwîste bizanibin ku, parastina can, mal û ewlekariya her takekî vê welatî erkê weye. Parastina vê ezmûna han erkê weye, ez emînim ku, hun bi dilsozî û bi awayekî gelek baş erkên xwe cîhbicîh dikin û hêvî dikim di cîhbicîh kirina erkên xwe de serkeftî bin.

Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û hun bi xêr hatin ser çava

Gelek spas

Back to top button