Civak

Endamê serkirdiyatiya PDK(El Parti) hate teror kirin

Hat zanîn, serkirdeyekî kurd li Sûriya ji hewleke terorkirinê rizgar bû û niha li bajarê Helebê tê dermankirin.

Ofîsa Emîndariya Giştî ya Civata Niştimanî ya Kurd li Sûriya, duhî, di daxuyaniyekê de ragihand ku endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya (el-Partî) Nesredîn Birhik, duhî, di dema ku diçû bajarê Dêrikê, rastî hewleke terorkirinê hat.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye, “Nesredîn Birhik (Bavê Elaa), duhî, di dema ku ber bi bajarê Dêrikê ve diçû bi mebesta beşdarîkirin di xwepêşandana taybet ji bo piştgiîrkirina girtiyan de, rastî hewleke terorkirinê hat û teqe lê hate kirin.”

Her wiha got jî, “Civata me di demekê de wê tawana qirêj dişopîne, wî karê tirsûnek ku çavkaniya wê her çi be şermezar dike, her wiha dê di daxuyaniyeke din de kitekitên bêtir derbarê bûyerê belav bike.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Emîndariya Giştî ya Civata Niştimanî ya Kurd li Sûriya Mistefa Îsmaîl li ser rûpela xwe ya taybet li ser malpera Facebookê belav kiriye ku Nesredîn Birhik, duhî, li nexweşaneyeke bajarê Qamişlo hate emeliyatkirin.

Îsmaîl bal kişand ku Birhik piştre bi mebesta dermankirinê bo bajarê Helebê hate veguhastin.

Back to top button