Civak

Corona daxwazên li ser xwarina Serûpê zêdekirin

Piştî ku doktorek bi navê Canan Karatay di hevpeyvînek de ragihand ku xwarina Serûpê dijî virusa Corona gelek başe, daxwaz û xwestên li ser Serûpê li nava bazarên Wanê û bajarên Bakûrê Kurdistanê de zêde bûye.

Cengiz Kuştutan ku qesabe li bajarê Wanê dide zanîn ku eve 30 sale vî karî dike, lê heta niha ew daxwaza li ser Serûpê, Ûr, Rûvî, Gûrçilik, Kezeb û Pişan de ewqas zêde bûye ku ewî jiyana xwe de tişteke wiha nedîtiye.

Her wiha Kuştutan dide zanîn û dibêje: Ez nizanim ka gelo birastî jî dijî virusa Corona başe yan ne, ewe karê pîsporane, lê karê me gelek başbûye.

Back to top button