Civak

Kurdistan xwe diparêze û camêriyê jî dike

Piştî belavbûna Virusa Corona Covid-19 li gel welatên cîhanê tuşî nexweşî û mirin û ziyaneke mezin ya aborî kir.

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê, zû bi zû dest bi parastina hemwelatiyên xwe kir û biryara derneketina ji malê û hişyarkirina xelkê Kurdistanê beranber vê virusê da. Ji bilî wê yekê jî Serokê Hikûmeta Kurdistanê da zanîn ku ewan ziyaneke mezina aborî kirine, lê ji bo wan parastina xelkê gelek bi nirxtir û girîngtire. Her wiha daxwaz ji xwedî dikan û xwedî malan kir ku hêsankariyê ji bo kirêçiyên xwe bikin û pêkve ziyana hevdû çareserbikin û alîkariya hevdû bikin.

Eve jî bû sedemek ku gelek Mall ên (li Hewlêrê, Dihokê û Silêmanî) û xwedî dikan û xwedî xaniyên li bajarên cûda cûdayên Kurdistanê, biryara wê yekê didin ku vê mehê perê kirê ji kirêçiyên xwe nestînin. Her wiha li bajaroka Soran xelkeke zêde dest bi helmeteke komkirina alîkariyên ji bo belavnebûna virusa Corona yê kirine û sindoqeke alîkariyê pêkanîne. Xelkê Zaxo jî dîsa ji vê yekê bêbeş nebûye û li ser torên civakî gelek kirêçî û xwedî xanî û dikan eşkere belav dikin ku ewê vê mehê alîkarê kirêçiyên xwe bin.

Helbet gelek kes ji ber baweriyên xwe ku xêra wan bê qebulkirin, her navê xwe eşkere nakin û raste rast kirêçiyên xwe agahdarkirine ku vê mehê perê kirê wernagrin.

Her wiha gelek rêxistin û dezgeh û saziyên xêrxwaziyê yên wekî (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dezgeha Rewange û hwd.) çalakiyên belavkirina xwarinê, belavkirina rûpoş, demamik, mask, lepik û destkêşan dikin. Eve jî camêrî û mirovayetî û ehlaqê bilindê xelkê Kurdistanê nîşan dide.

Back to top button