Civak

Polîsên Firokevaniyên Kurdistanê Operasyonek encamdan

Bi mebesta pişkinîna cihên giştî û kolan û taxên li nav bajarê Hewlêrê, operasyoneke hevbeş li navbera hêzên Polîsê Hewlêr û Tîma Polîsên Firokevaniyê hate encamdan.

Birêveberiya Polîsên Hewlêr li daxuyaniyek da eşkere kir, roja dûşem 16/03/2020 bi serpereştiya Emîd Dilêr Necar Birêveberê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê, bi mebesta pişkinîna hemû cihên giştî û kolan û taxên nava bajarê Hewlêrê operasyoneke hevbeş li navbera hemû hêzên Polîsên Hewlêr û Tîma Polîsên Firokevaniyê hate encamdane”.

Her wiha balkişandine li ser wê yekê: “Ev helmeta pişkinînê ji aliyê Tîma Polîsên Firokevaniyê li asmanê ve bi girtinên vîdeoyî û bi wêne li her egerekî nexwastî tê tomar kirin û rubirûya rûdanan dibîn, mil bi milê hemû hêzên dinê Polîsan ku li ser kolan û cihên giştiyan li erk dane 24 demjimêr ji bo parastina ser û malê hemwelatiyan”.

Back to top button