Nêzîkbûna awazên Blues û Payizokan

Stran û awazên Blues li Rojavaya Efrîqayê li şîn û sersaxiyan de, ji bo derbirîna kûl û xeman û her wiha wekî telqînên Kurdî hatiye gotin. Blues berî 400 salan li Efrîqa hatiye gotin. Li sedsala 17 de Efrîqî wekî dîl û esîr dihatin girtin, dihatin kirîn û firoştin û zeviyan de dihatin xebitandin. Li nava wan zeviyan de jî hestên xem, kovan, hêvî û azadiyê bûne stran û awaz û bi vî awayî Blues ji dayikbû. Yekemîn notaya Blues li sala 1912 an de ji aliyê Hard A. Wand ve strana Dallas Blues de hatiye tomarkirin.

Stran û awazên Payizokên Botan, mixabin xebat û lêkolîneke baş li ser nehatiye kirin. Lê wekî ku tê pêşbînî kirin, ev stran û awaz wekî ku ji navê xwe jî diyare, zêdetir taybetmendiyên xwe ji demsala payizê wergirtiye. Ji ber ku demsala payizan ba û bahoz, pel bi pel wekî çemê Botan diherike û ev awaza ba û rûbar û çemê Botan xwe li ser payizokan de diyar dike. Hinek jî dibêjin, payizokên Botan, ji cografya xwe ve hatiye, ji ber ku devera Botan pel bi pel û rêz bi rêz çiyayî ye, ev yek xwe li awazê de dengvedaye. Heyranokên Hewramiyan jî awayek ji awayan dişibe payizokê, ji ber ku devera Hewraman jî wekî devera Botan çiyayî ye. Mixabin yekemîn sal û yekemcar kî gotibe nayê zanîn, lê belê payizokên Botan jî wekî Blues li nava zeviyan de, di civatan, di şîn û şahiyan de, kûl, xem, kovan, hêvî û azadîxwaziya Kurdên devera Botanê de bûye stran û awaz.

Gelo di navbera Blues û Payizokên Botaniyan de çi nêzîkbûnek heye?

Rojeva Kurd vê pirsê ji hunermend û stranbêjê Blues ê ji Ferît Sevim kir ku bi awayeke teknîkî ji bo me eşkere bike. Ew bi xwe hunermendeke ji dergûşa hunermendên devera Şirnex a Botan de mezin bûye. Hê ew li nava dergûşê de bûye dayika wî, ew bi stran û payizokên Botan hejandiye û aram kiriye. Her wiha ew 8 sale li ser payizokên Botan lêkolînê dike û çendîn salan stranên Blues gotiye, berhemên wî yên (Blues in Botan) heye. Ji ber wê yekê jî me xwest ew nêzîkbûna di navbera Blues û payizokan ji bo me eşkere bike.

Ferît Sevîm di derbarê nêzîkbûnên teknîkî ya di navbera muzîka Blues û Payizokan de dibêje: Komayên muzîka Botan nêziktirî dengên naturel in. Ji ber wê yekê ji sentezekê re misaîd e. Wekî din di payîzokan de meşên pentatonîkên weke ya muzîka country/Texas bluesê hene. Ji bo vê mînaka herî baş ”Heyran Jaro” ye. Meşên pentatonîk di payîzokan de zehf in.

-Gelek kes carna dibêjin ”bemol2 bingehek ya awazên Botanê” ye, gelo li vî warî de tu çi dibêjî: Ev xeletîyek e. Komaya bemol2yê ev nêzî 100 sal e ketî ye di nav awazên Botan de. Berîya hingê tunebû. Mirov nikare bi tembûrê ew tahma awazên me yên Botanê dixwaze bide. Ger mirov li ser înstrumentekê bi timamî li wê tahma awazên Botan bigere, divê înstrumentek bêperde bi kar bîne. Komayên awazên Botan ne bemol2 ne, nêzîktirî dengên naturel in lê ne tam dengên natural in jî. Mîkrotoneke nêzîkî dengên naturel e. Di gelek payîzokan de meşên pentatonîk yên major bluesê hene (mînak: Heyran Jaro), Di gelek payîzokan de jî meşên pentatonîk ên minor bluesê hene(mînak: Kêla Xursê. PS: Ev Xursa di vê payîzokê de behsa wê tê kirin ne Xursa Qoserê ye, Xursa çîyayê Gebarê ya Şirnexê ye). Di arşîva min û bi xwe de nêzî 1935 bandên Dengbêjên Botan (bi taybetî yên Şirnexî) hene. Di her bandê de nêzî 4-5 klam hene. Ji van 4-5 klama 2 teqez payîzok in. Ev nêzî 8 sal e li ser payîzokan lêkolînê dikim. Min ew deng hemû li ser înstrumentên bêperde jî li ser temburê jî li ser gîtarê jî ceribandîne.

-Gelo piştî wan lêkolînên te yên li ser payizokên Botan tu wekî Ferit Sevim di derbarê Payizokan de çi dibêjî: Di demên berê de di nav Şirnexîyan de ”çûna Banehê” hebû. Dê û bavên me, bapîr û dapîrên me diçûn banehê her carê. Exlebê Şirnexîyan xwedîyê zozanan û rezikan bûn. Bihara û havînan diçûn zozanên xwe. Ji vê tiştê re em dibêjin ”Baneh, çûna Banehê’’. Ji van kesan re jî em dibêjin Banehî. Zozanên bav û kalên me hemû ji ber vî şerê ev çend sal e li ser serê axa me hatin qedexekirin. Welhasil piştî havîn xilas û payîzê destpê dikir Şirnexîyên diçûyîn banehê hemû vedigerîn Şirnex .Payîzok wî demî di nav Şirnexîyên banehî de derdikeve holê. Meqamek ji serî heta binî çîyayî ye. Bila xelet neyê fêm kirin Şirnexî hemû ne banehî ne, ango hemû nediçûn banehê. Payîzok ji nav wan Şirnexîyên diçûn banehê de derdikeve. Mînak: bapîrê min banehî ye lê ez ne banehî me. Ango banehîtî ne wek navê eşîrekê an jî malbatekê, navê çandekê ye navê kevneşopîyekê ye.

-Te pirs kirîbû ”Payîzok ji bo te çî ye” Ez bêm bersiva vê pirsê: Li gor min tiştek gelek cuda ye. Tû ji min bipirsî gerek payîzok bi serê xwe qadek bûya, ango lêkolîna li ser tê kirin ne girêdayê dengbêjîyê bûya. Lê binêrin, şibîneke mezin di nav awazên payîzokan de û awazên Îskandînavan û awazên Amerîkiyên Resen (Çermsor) de heye. Ev ji bilî meşên pentatonîk tê li ber çavên me

-Tu hinek berhemên xwe bi Botan Blues bi nav dikî, gelo ji bo çi Botan Blues?: A rastî ew navê ‘’Botan Blues’’ ne min lê kir, guhdarvanan ew nav lê kir. Min ji bo xebatekê tenê ‘’Blues in Botan’’ bi kar anîbû. Ji bilî xebatên min ên gelêrî ew stranên gotin û mûzîk jî aîdî min gelek di bin bandora awazên Botanê de ye. Ji ber wê yekê jî guhdarvanan ji min û terza min re gotin ”Botan Blues’’

Nerîna min :