Civak

Li Helebçe xaniyê Emerê Xawer difroşin

Ew xaniyê li Helebçe Emerê Xawer û zarokê xwe yê li ber singê wî da bi kîmyabaranê hatibû şehîd bûn ku 32 sale cihê bîranîna dijwar ya kîmyabarana Helebçe ye, niha lewhaya firoştinê lê dane û difroşin.

Enwer Heme salih xwediyê malê ye û dibêje: “10 sal dibê li benda hikumetê ne û me xwest xizmetek bi Helebçe bikîn, lê belê piştî wan hemû salan ji min re gotin em naxwazin û bifroşin. Êdî min jî lewhaya firoştinê lêda.

Xwediyê xaniyê daxwaza 100 hezar dolar dike, Qaymeqamê Helebçe jî dibêje, me nivîs û daxwaziya wî ji bo gelek aliyan gihandiye, lê belê ew nirx gelek girane, eger erzantir bûya, me yê bikiriya.

Back to top button