Nivîsar

Hevdîtin li gel Ocalan çêbû!

Eve demek bû hevdîtin li gel Abdulah Ocalan û girtiyên din li Îmralî çênedibûn. Derdora PKKê jî ev yek wek tecrîtekî li himber Ocalan dan nasandin li gora xwe dest çalakiyan kirin. Li gora daxûyaniya parêzerên Ocalan malbata Ocalan serdana Îmraliyê kirin û li gel Ocalan hevdîtinek pêkanîn. Ji bilî Ocalan Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî li Îmrî girtîne. Herweha malbata wan jî serdana Îmralî kirin.

Pirs ne pirsa Ocalan û tecrît yan jî hevdîtinaye. Pirs ewe ku siyaseta PKKê û Ocalan di hinek pêvajoyan de çikasî bi hevre digunce. Tê zanîn ku demek dirêje PKK guh nade daxwaziyên Ocalan. Lê di pratîkê de ji bo Ocalan çalakiyan li dartêxin û wî ji bo propagandeya xwe bi kar tînin. Hêdî Ocalan ji bo rêveberiya PKKê bûye babetek a propagandeyê. Di rastiya xwe de tecrîd a herî mezin rêveberiya PKKê daniye ser Abdullah Ocalan. Lê kesek naxwaze vê yekê bibîne.

Herî dawî di hilbijartinên şeradariyên Tirkiye de, PKK/HDP qet guh nedan daxwaziya Ocalan û ew ji derê hemû tiştekî hiştin. Lê dema behsa aşitî û pirsa çareseriyekî li gora xwe dikin cardin wek edresekî Îmralî didin nîşandan. Ev yek ji aliyê xelkê ve gelekî nayê dîtin. Ji bo vê jî wek her care siyaseta PKKê heneqê xwe bi hesanî li xelkekî dike.

Hinek  aliyên di nava PKKê de hewldidin  Demirtaş wek bedilê Ocalan bidin nasandin, lê Demirtaş bi xwe jî tenê wesfê Ocalan dide. Niha insanek ku îrada xwe teslîmê Ocalan kiribe û gotibe ku “ Ocalan Îrada me ye“ û ev yek deklere kiribe , gelo dê çewe bikaribe bibe bedilê Ocalan?

HDP ji hemî demî behtir hewldide ku berbi Tirkiyebûnê ve here, lê ew HDPê qebûl nakin. Heta vê gave jî newêrin behsa hevkariya eşkere li gel HDPê bikin. Kongreya dawî ya HDPê de tu tiştek nehat guhertin. Hevseroek çû yek din hat. Lê di xeta siyasetê de tu guhertin nebûn.

Ev hevdîtina dawî ya Ocalan dê cardin babetek nû ya gotubêjê derêxe hole. Hesabên Erdogan û hukumetê li ser Ocalan hene, dê cardin hinek tiştan bi Ocalan bidin gotin. Gelek vekirî Ocalan hêdî ji derê siyaseta desthilata Tirkiye tu daxûyaniyekî nade û her tişt dê li gora daxwaziya wan pêkwerê.

Nûçe/Analîz

Back to top button