Rojane li Wanê û derdora Wanê nûçeyên ne xweş tên. Xelk tirsa mirinê di bin xaniyan de nikarin bimînin. Gelek kesan Wan terikandiye. Yên mayîn jî beşek di çadiran de ne û beşê din jî bi imkanên xwe ji xwere ji naylona çadir çêkirine .\nJiyan li Wanê gelek dijwar e zivistan û serma zora xelkê dibe. Şevîdin jî li gundek yê Wanê agir bi çadirekî ket û çadir şewitî. Du zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Bahar Tolokan 12 salî û birayê wê IsmailTolokan jî 6 salî bû. \nHerweha Mikail Tolukan (12) salî û Kerem Tolukan (2) salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanê lê rewşa wan ne başe.