Kultur

Konferansa Medya Kurd

Konferansa Medyaya Kurd dê di navbera 25-26ê mijdarê de li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk bê. Rojnamevanên ku dê beşdarî konferansê bibin û axaftin bikin diyar bûn.

Li paytextê Kurdistanê Hewlêrê di navbera 25-26ê mijdarê de konferanseke bi navê “Konferansa Medyaya Kurd” pêk tê.

Li gora Aknews radigihîne, konferans ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin. Ji herçar aliyê welat, Kafkasya û welatên Ewropayê bi dehan rojnamevanên kurd dê tevli konferansê bibin. Tenê ji Tirkiyeyê 48 rojnamevan, weşanger, sînemager dê di konferansê de amade bin.

Di konferansê de dê li ser “Di pêşxistina aştî û demokrasiyê de rola medyayê”, “Di pêşxistina ziman de rola medyayê”, “Medya û netewebûn” û “Medya û etîk” mijaran gotar bên pêşkêşkirin û axaftin bên kirin.

Di konferansê de dê ji Çandiyarê Fehîm Işik, ji Kovara Vate Mahmût Nêşîte, ji Nûbiharê Suleyman Çevîk, ji AKnewsê Maşallah Dekak, ji Azadiya Welat M. Emîn Yildirim, ji TZPKurdî Xecê Yaman, ji Gün TV Gunay Aksoy, ji Rojnameya Gündemê Mehmet Gelturan, dê li ser mijarên hatine diyarkirin axaftin bikin û tecrûbeyên xwe yên rojnamevaniyê parve bikin.

Hêjayî gotinê ye ku dê Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) Faruk Balıkçı, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer jî di konferansê de amade bin.

Piştî konferansê dê 2 roj bernameya gerê pêk bê. Beşdar di çarçoveya bernameyê de dê biçin serdana bajarê Hewlêr, Helepçe û Silêmaniyê.

Back to top button