Salih û Erdogan hevdîtin
Serok wezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih ku di çarçêweya serdanekê de li Tirkiyeyê ye, li gel serok wezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan hevdîtinek pêkanî.
Li Stanbulê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan pêşwaziya serokê hukumeta herêma Kurdistanê kir. Kombûna wan nezikî demjimêrekî berdewam kir.
Piranî li ser rewşa bûyerên ku li herêmê dibin hate sekinandin û behsa pêwendiyên hevbeş yên herdu aliyan hate kirin.
Ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye her du aliyan dîtinên xwe ji hevudin re gotin. Di vê derbarê de herdu alî di baweriyek hevbeş de bûn.
Biryar weha ye, ku di dirêjîya serdana xwe ya Tirkiye de, Berhem Salih h li gel çend berpirsên Tirkiye re hevdîtina bike û bi wan re di derbarê pêwendîyên duqolî û herweha guhertinên deverê û pêşhatên li deverê de guftûgoyan bike.