Arif Qurbanî: Li merkeza biryardanê YNK seqet dibe
Arif Qurbanî şefredaktorê rojnameya Aso ya ku berî heymakê bi fermana Berhem Salih hatiye daxistin, di nivîseke xwe de kul i rojnameya Awêne weşandiye di bêje ku di hilbijartinên bên de yên yên meclisên wîleyetên herêma Kurdistanê, li wîlayeta Silêmaniyê dê opozisyên piraniya kursiyên meclisê bi dest ve bîne û wîlayeta Silêmaniyê dê bikeve destê opozisyonê, bi vî awayî jî li merkeza biryardanê li herêma Kurdistanê YNK leng dibe.
Arif Qurbanî ku, yek ji rojnamevanên nêzîkî Berhem Salihe, di nivîsa xwe de dibêje:
– Ev çendeke hindek kanalên mediyayê rapor û gotaran li ser YNK-ê dinivîsin û sala bê bi weriz yan jî bi payîza Ynk-ê bi nav dikin.
Qurbanî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje:
– Dibe ku di hilbijartinên bê de YNK li wîlayeta Silêmaniyê piraniya dengan bi dest bixe û dengên Tevgera Goranê jî be bi kêmiyê biçin. Lê li dawiyê her dê Silêmaniyê bikeve destê opozisyonê, ne yê YNK-ê. Heta eger li Silêmaniyê YNK lîsteya yekem jî be, dê her opozisyon li meclisa wîlayeta Silêmaniyê piranî be û wîlayeta Silêmaniyê bikeve destê opozisyonê. Bi vî awayî jî li merkeza biryardanê li herêma Kurdistanê YNK leng dibe. Silêmanî di destê opozsiyonê de û Hewlêr û Duhok jî di destê PDK-ê de bin.