Berhem Salih li Bexdayê behsa madeya 140-ê nekir
Li gor nûçeyeke malpera Standard kul i başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, dibêje ku wê ji çavkaniyeke bawer pê kirî zaniye ku şandeya herêma Kurdistanê li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Îraqê re behsa madeya 140-ê nekiriye.
Heyeta Kurdistanê ku berî çend rojekan bi serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona yekalîkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û bexdayê de çû bû Bexdayê, li gor çavakaniyeke cîyê baweriyê ku ji malpera Standard re gotiye ku wê heyetê bi rayedar û berprisên îraqî re behsa madeya 140-ê nekiriye û bi tenê qnûna patrol û gazê bi hikûmeta Îraqê re minaqeşe kiriye.
Berprisekê bala yê kurd bi navê dr. Fuad di daxuyaniyeke xwe de ji rojnamye Şerqulewsat gotiye ku kurd di meseleya cîbicîkirina madeya 140-ê de xemsar bûne û kurd zêdetri bi meselaya neft û gazê ve meşxul in.
Weke tê zanîn berî çend rojekan şandeyeke bala bi serokatiya Berhem Salih çû bû Bexdayê. Di rojeva şandeya Kurdistanê de bû ku pirsênhilawîstî weke; madeya 140-ê, qanûna neft û gazê, budceya pêşmergeyê Kurdistanê û parastina deverên veqetandî bi mezine berpris û aliyên paeywendîdarên Îraqê re yekalî bike.