Polîtîk
Daxuyaniya serok Barzanî li ser Kerkûkê
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di malpera xwe ya taybet di Facebookê de helwesta xwe li hember meseleya bajarê Kerkûkê zelal dike û di wî warî de daxuyaniyek weşandiye.
Serokê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Me li ser pirsa kurdistanîbûna Kerkûkê danustandin nekirine û em nakin jî. Pirsa kurdistanîbûna Kerkûkê di warê dîrokî, cografiya û ralîteya wê ve hatiye yekalîkirin. Lê belê me madeya 140-ê a destûra Îraqê qebûl kir daku ew pirs bi awayekî destûrî û qanûnî çareser bibe. Me çi şik û guman li ser kurdistanîbûna Kerkûkê nîne.