Nivîsar

Şerê tam qirêj

Şerê vê havîn û payizê ê nabera gerîllayên HPG-ê û yekîneyên Hêzên Taybet ên ordû û polîsê tirk bi her awayî bi maneya xwe ya rasterast a gotinî ‘Şerekî Qirêj’ e, hem jî tam qirêj.

Şerê vê havîn û payizê ê nabera gerîllayên HPG-ê û yekîneyên Hêzên Taybet ên ordû û polîsê tirk bi her awayî bi maneya xwe ya rasterast a gotinî ”Şerekî Qirêj” e, hem jî tam qirêj.

Esasî şer û kuştin ji bal kê ve, bi çi armancê jî bên kirin ne şer’î ne, armanc herî pîroz be jî ew gunehkariyên wê armanca pîroz in.

Lê şerê ku hê jî berdewam e, diyar e di mantiq, qanûn û ”hiqûqa” xwe ya şeran de jî, li go rêbaz û peymanên navneteweyî yên şeran jî exlaqîtî û şer’iyeta xwe wenda kiriye, bi her awayî di qirêjeka ji her awe dilovaniya însanî bêpar de gerriyaye.

Şerê vê hevînê ê ji bal PKK-ê ve bi revandin û kuştina sivîlan û eskerên ne di helê şer de destpêkirî, ji aliyekî li dijî biryar û rêbazên serokatiya PKK-ê, ji aliyê din jî li dijî qanûna şeran bû. Tu qanûna şer revandina sivîlan, kuştina polîs û eskeran a di halê sivîl de, yên ku teskere stendine vedigerin malên xwe , polîsên trafîkê ku ji bo kontrolkirina hatûçûnê derketine ser riyan qebûl nake. Tu exlaqê însanî bêhemdî be jî çalakiya xwekujeka wek a Bîngolê, kuştina keçên xama yên li Sêrtê qebûl nake.

Eger gerîlla biçin li Çelê li 8 yan 18 cihan ‘çalakiyan’ bikin, têkevin xewxaneya eskerên nivîstî û wan li wê derê bikujin ev sûc e, li dijî qanûna şeran e. Qanûna şer belkî hew dikare qebûl bike ji bo ewleyiya gerîllayan ew bên girêdan, çekên wan bên derdestkirin, êsîr bên girtin, agir bê berdan cebirxaneyên wan. Lê ku di dema îstîrahet û xewê de bên kuştin ev şerekî qirêj e. Bêyî ku bê fikirîn ka gelo însanên sivîl, zarok û jin di wan avayiyan de hene yan na, avayiyên eskeran bibin armancên roketan ev şerekî qirêj e.

PKK-ê ragihand ku êrîşa li Çelê bi mebesta hilanîna tola berpirsên wê hatiye kirin ku ew berpirs di opersyonên hewayî yên vê dawiyê ên orduya tirk de hatin kuştin.

Serê sibeha êrişa li ser Çelê ku 24 esker hatin kuştin, serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî îlan kir ku ”întîqama wan ê hezar mislî be”.

Orduya tirk bi hemû hêza xwe ket pey gerîllayên ku “êrîşa Çelê kiribû”. Her çendî nedihat nizanîn ku wan çawa tesbît kir ku yên êrîşa Çelê kirine, yên ku fermana wê dane kî ne jî, wan ji xwe re kir hedef ku ew bi her awayî fermana îlana serokkomar bicihbînin, gerîllayan bi temamî îmha bikin.

Medya radigihîne ku navê resmî yê operasyona orduya tirk bi xwe jî ”operasyona tolhildanê” buye. Cardin medya îtîraf dike ku bi esker û polîsên ”tolhilder” re bombeyên agirîn ên ku bi lazeran tên bizavtin jî hebûne. Ew ên ku dikarin di deriyên şikeftan re têkevin hundur, berê xwe biguherin û hedefên nexwiyayî jî bişewitînin, bikin rijik.

Encamên operasyonê tam bi maneya gotinê li gor fermana serokkomar bû: ”tol bi hezar mislî” hatibû hildan; 24, 35 yan 54 gerîlla (her terefek reqemeka cuda dide) pirr bêrehmanê, pirr bi kîn, nefret û wehşiyane hatine kuştin, saxgirtî, birîndargirtî tunene; agir bi laşên wan hatiye xistin û ew kurr û keçên gerîlla hemî yek bi yek bûne wek kutleyeka rijikîn.

Tu nîşana operasyona dewleteka hiqûqî ku tawanbaran bigre derxe ber dadgehê, hela hela ya demokratîk a parêzerê mafê însanî, ya dilovaniya nirxênînsanî û îslamî pê re tuneye: Tenê kîn, neftret û wehşeta întîqamê ji encaman dibarin.

Belê herdu alî jî îtîraf dikin; her du alî jî ne ji bo çareserikirina meseleyekê, ne ji bo aştîyê, lê ji bo tolhildanê tevdigerin; çalakî û operasyonan dikin. Herdu aliyan jî resmî îlan kir ku ev qetlîam ji bo tolhildanan bûn. Goya KCK sîstemeka ekolojîk a demokratîk e, îdam tê de qedexe ye, xwe bestî hesab dike bi peymanên navneteweyî yên şeran ve. Lê encamên çalakiyên wê pirr pirr dûrî vê ne.

Dewleta tirk, goya dewleteka hiqûqê ya demokratîk e, îdam lê qedexe ye, îşkence qedexe ye, bê mahkeme tawanbarkirina însanan û cezadayin qedexe ye, guh dide nirxên însanî, serokkomar û serokwezîrên wê kesên misilman ên dîndar in, rûmatên nirxên însanî û dolovaniya îlahî bilind hildigirin.

Dewleteka wiha çawa dikare zanibe grûbeka çekdarên reviyayî ên li çolan hemû bi hev re êrîşdarên Çelê ne, gelo tu gundî, tu kesekî din ê ku ji dereka din hatibe ketibe nav wan tunebû, gelo ew bi kêmasî hin ne ji wan kesan bûn ku tevî êrîşa Çelê nebûbûn, heta belkî çek di destê wan de be jî hê tu esker nekuştibûn (ku qanûna poşmaniyê ya Tirkiyê gerîllayên wiha efû dike û wan serbest berdide). Gelo qet îmkana ku gerîllayek birîndar yan saxlem zindî bê derxistin tunebû. Gelo îmkana ku ew bên derxistin hemberî dadgehê û li wê derê rastiyên Çelê eşkere bibin tunebû? Çawa dibe ku wiha hemû hatine sotin û bûne rijî?

Diyar e vê havîn û payizê heq, hiqûq, qanûn û peymanên şeran û nirxên însanî nemane, herdu alî jî li gor qanûnên çiyayan, qanûnên kovî; bi xirs û kîna tolhildanan êrîş dikin, wehşetê dikin. Însan, nirxên însanî, dilovaniya îslamî, hêstirên dayik û bavan, xwişk û birayan, keç û kuran ji bîra wan çûye, xwîn di çavên wan gerriyaye; ew tenê xwînê û kuştinan dibînin, tîna kîna dilê xwe bi xwîna keç û kurên xama sar dikin.

Medyaya herdu aliyan jî mixabin ku berpirsiyariya medyayî û nirxên însanî dane aliyekî, şabaşê ji çavbixwînên xwe re dikin û lanetê li devbixwînên din dibarînin.

Loma jî şer, bi her aweyî, bi her maneyê ji armancên îddîayên ku herdu alî dikin dûr ketiye û buye ŞEREKÎ QIRÊJ, hem jî TAM QIRÊJ.

 

Mûrad Ciwan

[email protected]

(Netkurd)

Back to top button