Polîtîk

Barzanî îro dê serdana Tirkiyeyê bike

Feysel Debax ji AKnewsê re ragihand ku biryare îro Barzanî bi serdaneke fermî biçe Tirkiyeyê ji bo gotûbêjkirina pirsa aloziya ser sînor û bihêzkirina têkiliyên aborî û siyasî di navbera her du aliyan de.

Debax ronî kir ku di serdanê de, Barzanî dê digel Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu bicive.

Debax bal kişand ku serdan dê 2 rojan bidome û hejmarek wezîrên hikûmeta herêmê û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dê hevlatiya Barzanî bikin di wê serdanê de.

Di çend heftiyên borî de, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û Nêçîrvan Barzanî, bi cihê, serdana Tirkiyeyê kirin û mijara sereke ya civînên wan, ewlekariya ser sînor bû.

Şemiya borî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandekê serdana Îranê kiribû û tê de derbarê pirsa sînor û bombebarankirina navçeyên sînorî yên herêmê ji hêla Îranê ve, gotûbêj kir.

Back to top button