Polîtîk

Êşa Wanê êşa me ye

Dalkurd FF û Koma Kanala TV ya Swêdî maçek futfolê jibo alîkarî û piştgiriya Wan ê organize dike. Dalkurd li alîyekî û li aliyê din, Koma Kanala TV yî dilîzîn. Koma Kanala TV yî ji nasdarên Swêdê pêk tê. Daxuyaniya Dalkurdê wisa ye:

Li hemberî buyerên xwezayî, mirov bê hêz dimîne. Lê însanetî dikare, bibe alîkar, bibe şîrikê êşa heye û birînan derman bike. Lewma divê jibo avakirina Wan ê gav bêne avêtin.

Dalkurd, bi nasdarên Swêdê û bi we re dixwaze berpirsiyaretiya xwe ya însanî bi cî bîne û alîkariyê pêşkêşî xwîşk û birayên me li Wan ê bike.

Banga me ji hemu kesan ev e: Bi zarok û xizmên xwe werin û maçê temaşe bikin. Kesên nikarin werin, dikarin biletê bikirin, him alîkariyê pêşkêş bikin û bilêtê jî weke bîranînekî hilînin.

Buhayê bilêtan jibo mezinan 200- kron e û jibo biçûkan heta 12 salî 100 kron e. Her wisa bi vê munasebetê dê loto jî bê kişandin, cilên koma me mina xatirata maçê bê belavkirin.

Kesên bixwazin bilêta bikirin, anjî alîkariyê bikin, dikarin bi Bawer Coskun re bi telefona, 0046 (0) 70-600 72 99, anjî e maîla [email protected] têkiliyê deynin.

Maç, roja 6/11-2011 saet 14.00 li Skytteholms IP Solna tê lîstin. Hûn tev bi xêr werin.

 

(EuroKurd News)

Back to top button