Polîtîk
Zêdetir ji 200 endam û kadiroyên YNK-ê îstîfa kirin
Zêdetir ji 200 endam û kadiroyên Yekêtiya nIştimaniya Kurdistanê îro pêncşemiyê 03.11.2011-ê li devera Bêtwênê îstîfa kirin û serokatiya YNK-ê jî ji bo vegerandin û razîkirina wan dixebitînê de ye.
Çabkaniyeke haydar ji malpera hawelatî re got:
– Mistefa Bolî endamê lîwaya 18-ê ya Balekayetî ya pêşmergeyê Kurdistanê digel xizim û mervên xwe ku hemû bi hev re zêdetir ji 200 endaman dibin, ji YNK-ê îstîfa kir.
Serokatiya YNK-ê dixebite ku Mistefa Bolî razî bike daku careke din vegere nav rêzên YNK-ê û heta nuha çend civîn digel wî saz kirine, lê negehiştine tu encamekî.