Polîtîk

Barzanî û Davutoglu civiyan

 

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro demjimêr 17.00-ê êvarê gihat Stanbulê. Li Balefirxana Stanbulê li gel serokê Parlementoya Tirkiye Cemil Çîçek hevdîtinek pêkanî û pişre çû Qesra Çiraxan da ku hevdîtinê li gel wezîrê Derwe yê Tirkiye bike.

Barzanî li gel wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li Stanbulê Qesra Çiraxan hevditinek pêkanî. Piştî hevdîtinê wezirê derve yê Tirkiye  Davutoglu got ku, em dijê her tişta ku biratiya Kurd û Tirka têk bide radiwestin. Em  bi hemi awayî doza pişgiriya Barzanî dikin. Davudoglu ragihand ku, evê bi serdana Serok Barzanî bo Tirkiyeyê gelek kêşfxweşin û Tirkiye mala dudiyan ya Serok Barzanî û tevahiya Kurdaye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku, serdana Serok Barzanî beriya cejina Qorbanê bo Tirkiyeyê gelek girîng û sembolîke.Em dixwazin li Bakurê Iraqê desthiltdariya herêma kurd  jî dijê terorê helwestek vekirî bide nîşandan em daxwaziya pişgiriya wa dikin.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî jî got ku, di ware parsatinê de herêm bi heve hatiye girêdan. Pêwendiyên me li gel Tirkiye ji bo me gelekî girîngin.Herweha Mesûd Barzanî  kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û spasiyên xwe pêşkêşî Rayedarên Tirkiyeyê kirin.

Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, biratiya Kurd û Tirk gelek bihêze û ti kêşe û arîşeyek nikare zererê li vê biratiya han bide.
Serokê Kurdistanê diyar kir ku, em hewl didin ji bo çareser kirina kêşeyên heyî bi Rayedarên Tirkiyeyê re giftûgo bikin.
Herweha serokê Kurdistanê wê hevdîtinekî li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan û li gel serokkomar Abdullah Gul jî pêkbîne.

Back to top button