Civak

Terora li Hewlêr têkdana aramî, ewlehî û pêkvejiyanê ye

Terora roja 17.07.2019 kû karmendekî konsulxaneya Tirkîyê û 2 hemwelatîyên Kurdistanê hatinê kuştin, bi plan an jî bê plan, kiryareke li dij aramî, ewlehî û pêkvejîyana li Herêma Kurdistanê ye.

Parastina jîyana dîplomatên biyanî û parastina jîyana hemwelatîyan, erkeke sereke ye bo Asayişa Kurdistanê.

Dezgehên netewî yên sereke, Parlamentoya Kurdistanê, Serokatîya Kurdistanê û Hikumeta Kurdistanê ev kiryar bi tundî şermezarkirine û li ser bûyerê lêkolîn berdewamin.

PDK-Bakur terora li Hewlêrê bi tundî şermezar dikê û hêvîdarin kû kiryarên vê bûyerê werin girtin û li gor yasayên Kurdistanê werin sizakirin.

18.07.2019

PDK-BAKUR

Back to top button