Cîhan

Em êrîşa li Trabzon a bajarê Tirkîyeyê li Kurdan hatîye kirin rûreş dikin

 

Li Trabzon a bajarê Tirkîyeyê roja 18.07.2019an grûbeke tûrîstên ji Başûrê Kurdistanê , ji alîyê hinek kesên xelkê Trabzonê tûşî êrîşeke hovane ya nîjadperestî bûn.

Grûbeke ji Başûrê Kurdistanê ku ji 50 kesî pêk hatî, ji bo gereke tûrîstîk, çûbûn navçeya Uzungol a Trabzon a Tirkîyeyê.Van tûrîstên xelkê başûrê Kurdistanê gava ku di nav sûka Uzungolê digerin, li gel milpêçaneke ku alaya Kurdistanê li ser neqişandî, wêneyên xwe digirin.

Hinek kesên nijadperest ku xelkê Trabzonê ne, gava vê alaya Kurdistanê dibînin, dest pê dikin, ewil dijûn û gotinên ne baş dibêjin, heqaretan dikin, paşê jî êrîşî vê grûba tûrîstên ji Başûrê Kurdistanê ne dikin, dixwazin wan lînç bikin.

Ev êrîşa ku Trabzonê rûdaye, encama sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şowenî ku li ser dijminatîya Kurdan hatîye ava kirin e. Herweha ev êrîş nîşan dide ku vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê , nîjadperestî û bêtehamulî gîhandîye çi astê.

Ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li ser dijayetîya Kurdan, ne bes li dijî Kurdên li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê, herweha li dijî hemû Kurdên cîhanê jî bi awayekî bê sînor tê meşandin.Vê sîyasetê di nav civata Tirkan de jî helwestên nîjadperestî û şowenî xurt û geş kirîye.

Em wan kesên ku ev êrîşa pêk anîne û yên ku wan diparêzin rûreş dikin.

Parêzgarîya Trabzonê di derbarê vê bûyarê de daxuyanîyek belav kirîye û dibêje ‘’Me wan kesên ku bi alaya Kurdistanê wêne girtine desteser kirine’’. Belê li cîhê ku divîyabû Parêzgarîya Trabzonê wan êrîşkerên hov desteser bikirina, bi awayekî bê ûsûlî û bê hiqûqî hemwelatîyên Başûrê Kurdistanê yên ku tûşî êrîşê bûne desteser kirine.

Em vê helwesta Parêzgarîya Trabzonê şermezar dikin. Divê demildest ew êrîşkerên nîjadperest bêne tesbît kirin û bêne ceza kirin. 18.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê.

 

 

Back to top button