Civak

Êrişa li Hewlêrê provakasyon e

Serokê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umed Xoşnav êrişa îro ya Hewlêrê wek provakasyon bi nav kir û got: “Em vê êrişî wek çalakiyeke terorî û provakasyon dinerxînin.” Xoşnav herwiha got: “Ev êriş dê ji Tirkiye û Enqere zêdetir, zerarê bide Herêma Kurdistanê  û Hewlêrê.”


Serokê Koma PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umed Xoşnav beşdarî bernameya televîzyona Rûdawê ya Hîwa Cemal bi navê “Rûdawa Îro” bû û derbarê îro ya li Hewlêrê de got ku ev êrişeke provakasyon e.

Umed Xoşnav diyar kir armanca vê êrişê aramiya li Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Em wek PDK vê êrişî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Em vê êrişî wek çalakiyeke terorî û provakasyon dinerxînin. Ev êriş li hemberî dewleta Tirkiyê nehatiye kirin, lê aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê armanca vê êrişê bûye.”

Xoşnav da zanîn ku heta niha nasnameya bikerên êrişî nehatiye zanîn û kê li paş vê êrişêne diyar nîne.

Derbarê karvedanên bûyerê de Xoşnav da zanîn ku kesên li peş êrişê ne şaşiyeke stratejîk krine û ev êriş dibe sedema bertekên raya giştî û got: “Bi kuştina diplomatekî ki Konsulxaneya Tirkiyê zerarê nadin wî welatî. Herwiha sinir û cografyaya Tirkiye gelek berfireh e, kesên ku bixwazin zerarê bidin Tirkiye dikarin li wê derê çalakiyên xwe bikin. Ev êrişeke terorî û provakasyon e.“

Umed Xoşnav destnîşan kir ku hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo girtina tawankaran dixebitin û derbarê bûyerê de lêpirsîn bi berfirehî berdewam e, û got: “Ti gumanên me nînin ku hêzên asayişa me dê vê bûyerê zelal bikin.”

Li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bûyereke teqekirinê çêbû, di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê û du welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê bi navên Nerîman Osman û Beşdar Remezan canê xwe ji dest dan.

Back to top button