Dema mejiyên zingar girtî rexnê dikin !
Serdana serokê herêma Kurdistanê ya Tirkiye ji aliyê hinek kesan ve tê rexne kirin. Bê guman her bûyerek bi awayek cuda tê nirxandin ji aliyek din ve mafê herkesekiye ku serdana serokê herêma Kurdistanê li gora dilê xwe û berjewendiyên xwe binirxîne.
Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye, gelek akademisyen, rewşenbîr, siyasetmedara ev serdan şirove kir û behsa başiyên wê kirin. Bi awayek zanistî li ser vê serdanê sekinîn û behsa pêwistiya vê serdanê kirin.
Lê hinek PKK liyên fêhêtuyî ku nikarin pişgiriya xwe ya PKKê vekirî eşkere bikin, bi awayek din serdana serokê herêmê bi zimanê PKKê nirxandin û li gora vê yeke jî rexne kirin. Di bingehê xwe de, armanca wan ne rexneye û tu bihayê cureyê rexneya wan tuneye. Ew li gora siyaseta PKKê tevdigerin û ji ber berjewendiyên xwe şermê ji xwe dikin ku vekirî bêjin em hevalbendên PKKê ne. Lê bi zimanê PKKê bûyeran û taybetî bûyerên girêdayî başûrê Kurdistanê şirove dikin.
Siyaseta PKKê eşkereye, li dijê destkeftiyên netewîne û gelek vekirî dijminetiya Barzaniyan û xeta netewî ya Kurdistanê dikin. Ev yek tê fam kirin, lê ew kesayetên qelp ku ji aliyekî xwe li himber siyaseta PKKê didin nasandin û dema hesabê wan jî bê di perspektîfên siyaseta PKKê re rexna dikin.
Gelo evên ku serdana serokê herêma Kurdistanê rexne dikin ji bo çi behsa rewrisma sundxwarina serokê herêma Kurdistanê nakin? Tirkiye bi wezîrê xwe yê derve di rewrismê de amade bû. Ev pişgiriyek mezin ya Tirkiye bû. Ji aliyek din ve serokê Tirkiye serokê herêma Kurdistanê vexwand Tirkiye û Nêçîrvan Barzanî jî bi awayek pêwist ev serdan pêkanî.
Tu pêwendiya vê serdanê hilbijartinên Stanbulê re tune bû. Lê hinek mejîyên zingargirtî yên ku serkeftana berbijêrê CHPê , IYI Partiyê û HDPê Ekrem Îmamoglu ji berjewendiyên başûrê Kurdistanê girîngtir dibînin dê çi bêjin . Tenê ji bo xwe tetmîn bikin gotinên vala serf dikin.
Mixabin heman kes behsa siyaseta PKKê li başûrê Kurdistanê nakin, ji ber ku ji PKKê ditirsin û berjewendiyên xwe li ser hertiştekîre digirin û durûne.
Li vê derê xalek gelek girng heye ku, rolê bê helwestiya hinek siyasetvanên başûrê Kurdistanê jî di vê helwesta çewta ne dirust de heye. Heta ew li rastiya xwe bihesin dê ev rexneyên ne li ser rê jî dawî werin. Ji ber ku heta radeyekî siyasetmedar û hinek dezgehên başûrê Kurdistanê, heta yê PDKê rê li van cureyên rexna vedikin.
Nûçe/Analiz
Rojevakurd