Min dît û nabêjim (Roman)
Silêman Çakir
Rewş ne zelal bû. Xemgîndarî û talankirin roj bi roj zède dibú. Gund Vala dibûn û Gel ji welatê xwe penaber dibû. Cîyê di çúnê xerîbîbû û dimane şaş.Hatine malbate tiştek tinebû. Zarok perîşan û piçûk bûn. Dayîk û bav ne xwende bûn. Ziman nizanîbûn. Yek ziman zanîbûn ew jî zimanê dayîkê û qedexebû. Cîyê ku diçúnê zimanê wa nizanîbûn. Ji zimanê wa acizbûn.
..Dema bi zimanê xwe li male xwe mûjûl dibûn serdorê tinazê xwe bi wa dikir. Xwe sûçdar didîtin. Bankirin zarokê xwe ku em çawa bikin? Cîranekî wa hebû Kemocîbû. Wa nasdikir. Bi dilêkî saf çúne cem.pê şêwirîn, dema derdê xwe jêre gotin , kenî û ku gelekî hesane. Ku çime hun xwe dikine astengîyê? Ev bajar mezine dêhnê xwe bidinê de, herkes bi yek zimanî mûjûl dibê. Hunê bi xebitin, ev wisa nabê, çareserî ewe ku hun zimanê xwe jibîr bikin. Bi zimanê kemegok mûjûl bibin. Tiştek heye zarok zanin. Tu wek dayîke wa biçe zırdibîstanê.
..Du heyvade fêr bibe. Kete serê Wade û wisa kirin.Mîso hevalê Îsoye. Bankire Mîso, got were cem min. Hat û ku rúne. Min gelek bêrîye te kirîye Emê bi hevdûre nan bixwún. Liser projeke nû mûjûl bibin. Tu ji proje fahm dikê. Ferman da ku xwarineke xweş jibon me çêbikin. Xebat kârê midbexê şaş bûn û dest pê kirin. ….
Şazdeh (16)texlît xwarin çêkirin. Dema xwarin hat, Mîso gote serkêş ku tiştek kême. Îso ku çîye? Ku bê çîye bi xwaze. Ku şerab tûneye. Îso ku ma bê şerab, çê dibê? Emir da û şerab hat. Dest bi xwarinê kirin, ên li midbexê bi dizî liwa meyzedikirin. Dora devê xwe di alîstin. Xwarin xwarin û şerab vexwarin. Îso, gote Mîso ku ez yekî çawa me? Mîso ku tu ne li erdeyî û ne li ezmanî. Tu her tiştî. Dema Mîso wisa got, Îso ku ezê neha ji heqê te derkevim.
..Tu bi sekine, serê xwe hejand, rengê Mîso hate gûhertin. Ku min male xwe xerakir, min çi got. Serê xwe tewand. Îso ku çibû? Xwarin ne ligor dilê te bû? Ku çawa gelek xweş bû. Hun her hebin. Ku di serê minde projek heye. Divê tu pêk bînê. Mîso ku emir bike. Ez amedeme. Îso ku ev hinek zane li metropolê hene. Xweş kâr dikirin. Bi xeta qetilkâr ve xweş têkilîyê wa hene. Tu here bajarê mezin, têkilîyê bi ware dêne. Hinek sêwlek û mêwlek hene. Hemû şaşin. Wa bide hevdû, hinek pere bide wa û wa bîne cem min.Ez jî ezê wa bişyînim ser hevalê Bargiran, bere wa tar û mar bikini.
..De carek dîtir ne bêjê Devlet û mewlet. Mîso ku wê kârê min çibê.?Îso ku vêce te gelek eyb kir. .Tu bizwaze ez jibon te amedeme. Ku na, ez Du tişte di xwazim. Yek xweşik û gelek dolar. ..Îso, ku ma ev çîye. Bere rehê te sax bê. Tu here kârê xwe pêk bînê. …..!
Dema tu hat gelekî hesane. Mîso Ku başe, ez amedeme. Derket ser rêçkâ metropolîstîyê, a bajarê mezin. Li firokê siwar bû û çû. Xeta qetilkâr û zanizstê wa dîtin. Dest pê kirin û zarokê ji welatê xwe penaber bûbûn, ên temenê wa 13-20 dest biwa kirin û dane hevdû. Wa anîne cem hevdû û her yekî hinek dolar dane wa. Got her hefte werin pare xwe pere jivir bibin. Li kêfa xwe meyzekin. Piştî çend heyve dîtir emê li heremê bigerin û kêfê bikin. Zarok gelekî kêfxweş bûn û bela bûn. Piştî çend heyv derbas bún Mîso wa dane hevdû û bi mahne gerê wa derxist dervî welat. Gihiştin bajarekî wa li wesayîtekê siwar kir wa anî ber sînor. Di kêleke sînorde bajarekî piçúk hebú.
..Wê şevê li malekê bûne mêvan. Di wextê raketinê de raketin. Di nîvê şevêde ku rabin. Zaroke ku çi bû? Mîso ku gilîyê me bûye. Dijmin di xwazê me bigrê û eşkence lime bikê. Zarok mane şaş.Gotin vêce emê çibikin? Ku emê derbasî alîyê sînor dîtir bibin. Emê çend roja liwir bimînin heta parezer pisgirêke me çareser bikê. Zaroke bawer kir û derbasî âlîyê sînor ên dîtir bûn.
..Piştî wextekî kûrt çend çekdar hatin û wa birin. Mîso vegerîye metropolîstê bajarê mezin.Îso agahdar kir û dibê min kàrê xwe pêk anî. Îso dibê aferin de were cem min. Di nav Wade xortekî jîr heye, dibê hun me dibine kûderê? Çekdarek dibê tu deng meke. Tu xaînnî hevalê wî piştgirîyê didinê li himberî wa di rabin. Dema wisa dikin çekdar zaroke tevde qetil dikin û diçin. ..
Wext zivîstan û şert û merc gelek giran bûn .Gel perîşan û bar gelekî giran bu. Gund xera dibûn û malbat penaber di bûn. Serê mirovekî bi pîvazekê bû. Hinek derketin holê ên ne wek wa qetil dikirin. Kesekî deng dernedixist. Hên reşayî ne ketibû erdê xelkê dev ji karê xwe diberde û di çûne male xwe. Derîyê xwe digirttin û bê deng dibûn.
..Kesek li kesî ne dibu xwedî. Herkes bê çare û bê mecal bu. Ji hevdû bi dizi di pirsîn ev çi hàle halo nabê. Eger ev halo berdewam bibê wê namûse me jî biçê. Ên ku tiştek digot qetilkere his dikir û wa qetil dikirin. Rojek ji roje tîmekî qetişker di xwazin mirovekî bi kûjin. Dema lê di teqênin ew jî liser wa didênê.
..Gel moral û cesaret distînê û li himberî wa di rabê. Îso bi helweste Gel agahdar dibê. Bandikê Bîrso, Tê cem Îso. Dibê kerem bike emrê xwe bêje. Dibê tu gelekî bi aqil û şarezayî. Dibê ev çîye Gel û mel dibêjin moral sitandîye û helwesta xwe dîyar dikê? Bîrso dibê hinek kevinperest hene hevalê bargiranin. Dibêjin em zilmê qebûl nakin. Hicûm berdane qehremane Îso dibê, vêce ev karê te ye. Divabê tu mîne herba sê yem herbekê derbixê. Bere cîhan zanibe ku em kîne. Bere fahm bikin ku hevalê kermolîst nakevin û na revin. Bîrso tîmekê amede dikê û diçê heremê. ..
Xeteke nav û Xwe Faroşzilmê Ava Dike. runin ait mêvantîye Faroşzilmê û onları hevdû söylüyor. Projeke nu Ava Dikin. Xeta faroşzilm dibêjê Bîrso em tîmekê û Tera Eğer armut Bidin sen burada mezra jer armut belav bisiklet û şerekî derxe. Cihan bimînê ecêbnemayî İçme.
..Bîrso tê û dikevê nav malbate, Yeki Perişan dide wa.Dest bi Ser Dikin onlara Bine û armut kûderêye. Jel Dibe Vece ev ciye? Hevale Bîrso Dibe ku beni em kújin olmak Weke En. En ku qehremane.Bi Teng û tope heremê xeradikin me be wek. Jiyan Dibe Mine cehenemê. En mirin û tr ku Revin. Bajar tar û Sal dibin. ISO’nun dibêjê Bîrso Dibe sen qehremanî.Lê Tiste te bese Kiriye o. İşte cem Braye pirderwîn .Bêje Xwe AMEDE bik û Heza Xwe bişyîne heremê. Dibe ev gelekî hesane Bîrso u cem pirderwîn söyle ..
Wext sat bû, herkes bê hêvî û dibin darê tirsê de bû. Zarok perîşan û dibîstan dihatin şewitandin. Dayîke dixiste hawar lê hawar nebû. Bajar xera di bûn û gund tevlî hevdû dibún. Kesekî deng dernedixist. Gel di ku wê çawa bê ev halê me û berê me li kûderêye gelo?
..Her mirov tefekûr di bû û aborî rawisti bû
Zordesta zordestîye xwe berdewam dikirin. Tiştek ki medya re ne dert bû. Kûştin belaş bû û rengê wê ne dîyar bû .Mirin arzan û bê fikâr bû. Her serdor sînor bûn. Qonaxe koç birîyê ne dîyar bû. Tank û tope gûhê Gel ker kiribû. Firoke bi tone top dibarandin. Gûme gûme tank û topa bû. Dem mîne dema qîyamettê bû. Kesek li kesî ne dibu xwedî, wey li wî ku rehê xwe xilas kiribane.
..Ev ferman li welatê bindest li welatê min bû. Kurdistan parçe bû û zordesttî ji kûştinê têr nedibu. Dem sar û jîyan sar bû. Hevaltî sar bû. Mürovantì sar bû, bajar sar bûn. Wext sar bû, dilê min sar bû. Hêstirê dayîke mîne ava Bunisra di herikîn û sekinbun ne bû. Derî girtî, cîran li cîran ne dibu xwedî. Herkes bê deng bû. Roj bê germ bû.
Heyv winda di bû û dihilat, stêrke dixiste qîrên, lê bersiv nebû. Îso, bandikire Xîrso di got ma ne bese Xîrso. ?Ev çi gûme gûme kesek qetil nabê. Dibê ev ne bese, divabê bi hezare mirov qetil bibin. Rabe bi keve heremê û bi xeta qetilkàr ve têkeve têkilîye. Bi hevdûre fermanê rakin. Xîrso ku ev kârê mine, tu bê xembe. Wê bi dilê te çêbibê û derket ser rêçkâ qetilkàrîyê.
..Di çu û meşî gihişte welatê wêran. Zanîbû Wê biçê kûderê û biçê cem kê. Çû cem firewnê qemer, dema Xîrso dît hate pêşîyê û hevdû himbêz kirin. Firewnê qemer gote Xîrso ku te baş kir ku tu hatî. Ez jî li benda te bûm. Tiştê dibê kême, ev Kurdo bûn bu bela serê me û cîhanê tevde. Ma ne heyfe ku ev axke pîroz di destê wa de ye. Dibêjin emê bibin Devlet. Divabê em wisa bikin ku şîrê heft roj di pozê Wade bê.
..De hişê wa bê serê wa. De carek dîtir li himberê me ne rabin .Divê em xeteke berbifireh ava bikin.Bere mîne qîyametê bibê ku pênç hezar sal dîtir newin ser xwe. Zimanê wa gelekî dirêj bûye. Me gelekî rû da wa, xwe tiştek dîtin.Berî ku em dest pê bikin tu bêhna xwe berde. Xîrso çend roje bêhna xwe berda û hatin cem hevdû. Deh (10)tîm ava kirin û berdane serdorê.Têkilî bi hevdû re danîn, Dest pê kirin û gotin lê bixin bes ku Kurdo bê. ..
Bindestî bext reşîye. Bê welatî belengazîtîye. Xerîbî çiqas ne xweşe û tahle. Lê dema mirov li welatê xwe bindest û bê çarebê wêrantîye mezin eve. Dema daxwazî yê mirov dibin zilm û zordestîyê de bin mirine mezin eve.Weke ku mirov her roj bimrê. Zilm û zordestîyê li meydanê bandikir. Di got vaye ez livirim, ey bindest û belengaz kâ hun li kûderêne? Girdim ser male û tiştê ku hebûn li nav hevdû xistin.
..Ên ku li malê wa girtin gotin were Kurdo zîndan hinekî Vala bûye. Ji zilmê çûkê beytik nikarîbû bikê cîk cîk. Ji tirse zilmê nikârîbûn bankiribane hevdû. Wey haware dîse ferman rabû. Dareke teyrike ku liser didanî fermane wêbû. Eger navê darê bi Kurdî hatibane gotin ya star li hàlê darê. Eger ev nav bi Kurdî hatibane gotin ferman bu. Heta bi hêlîne çûke tar û mar dibûn.
..Kesekî ku navê kuçikê wî siwar bûne ne xwezî bi hàlê wî. Rengê zilmê ne dîyar bu. Demek wisa çu û dema penaberbûnê hat..Gund Vala bûn û cîh li bajare nema. Ne ziman zanî bûn û kàrîbûne derdê xwe bêjin.
Ne zanebûn û ne meslek hebû. Bi pirse fêr dibûn. Nikarîbûn bêjin de were lo..Anjî bêjin lo. Keçê li hinek hereme qedexeye. Jibon jinê zewicî nikarin bêjin. Jîyane bajêr jibon mirovekî gundî mîne zîndanê ye.Wext derbas dibu, sal di zîvirî. Bajer genî bubun. Gotin bere çalekê radîqal ên Demoqratîk pêk werin. Xeta qetilkàr amede bu û dest pê kir. Gûrm û hey gûrm. Gotin lêxin bavo lêxin ev Kurdone.
..Jîyan bu mîne roje qîyamettê. Mirin dîse arzanbu. Zarok, jin, ciwan mirin û hey mirin. Bu fermaneke nû ser serê Kurdo. Bankirin û xistin hawar. Lê kesek nehate hawar’ê. Cîhan guhê xwe ker kir û şopand û kenî. Vexwar şerabe mîne eqîrê. Dest bi çîrok û çîvanoke kir. Gotin ev çîye Demoqrasî û memoqrasî.
..Gotin de here kàrekî xwe bike Kurdo, wey bavo li halê Kurdo bê. Tiştekî me nema ey xwada…!Xanî bûne kâvil tiştê hebû tevde şewitandin. Mane liber derîyê xelkê, cîkî ku biçin jî tune bu. Ey hawar tevde kûştin. Mîne Dêrsim, Qoçgirî, Zîlan, Enfal, Şengal û Halebçe. Em hew kârin mirîyê xwe veşêrin. Ev iç edalet û însanetîye. Ev jî qedere me ye gelo. Eger em xwedî Devlet bûne wî ev felaket hatibane serê me, gelo?Wî halê me ev bûne ey Kurdno. …!
Şev tarî û bê deng bû. Xew giran û bi tirsî bû. Dengek dihat dixiste nalîn û hawar. Lê hawar nebû li welatê wêran. Jîyan bi xem û kûl bû. Şewqek xwûye dikir lê gelek dûr bú. Dema ez banbikim gelo wê kesek his bikê? Ne bawerim kesek bêjê ev çi denge. Stêrkê ezman bi xwe mabún bê deng li welatê bindest. Bajerekî sar û cemidî. Ne xew dihat û ne hedan bû. Dema çavê min diketin xewde yek derb bi tirs hişyar dibûm. Min digot wey bavo çi bû dîse?
..Gûme gûme teng û topa bû. Dîse dihat dengê hawarê. Kûştin bûye pare Kurde. Dengek dihate gûhê min lê min fahm nedikir. Ne bi zimanê min bû. Bi zimanekì kimin xerîb bû. Hatin ketin nav male û bajêrde. Dîse kûştin û talan kirin. Lê min fahm nekir ev çi şere û jibon çîye. Cîran bandikire cîran di gotin ev çi bû dîse. Lê kesekî tiştek fahm nedikir. Dengek dihat gelekî lezîz û bi belengazî. Bandikirin û digotin dîse hatin jibon qetilkirine me.
..Bajar bê deng u bê hawar bû. Xwîn dîse herikî û kete nav axke welatê bê kes û bindest. Wey li wî ku bi revê.
..Mirove pêl hevdû dikirin. Dîse ferman, dîse mirin, dîse top barantî. Wextê fecerê bû. Ên ku lehêfa xwe danî ser milê xwe, ên ku zaroke xwe dide ber pêsîre xwe û derdiketin çolê û ser rêçkà penaber bûnê. Zaroke dikire qîrên û dayîke hêstir dibarandin. Birîn kúr û bê derman bu. Bandikirin ev loloye, hên lê lê maye. ….Dîse ferman û dîse koçbirî. …!
Belê, roj bê deng bu rengê tavê ne sor bu. Geh zer û geh melül bû. Bayê ku dihat belengazîtîye wî dîyar dikir ku jîyan perîşane. Dengê beytike û ên bilbile bi malikwêrantî dihat. Zerî, zarok, bav û dayîk ketibûne xewa giran de. Dengek dihat bandikir di ku dayîkê, bêhne xwînê te. Ew bêhn ne ji xêrê re bû. Qasidê mirin û qetilbûnê bû. Mîne Gênco, weke Dîyarbekir, mîne Barzan, ey hawar sed car hawar. Ma çime bextê me halo reşe. Roj belengaz û xeyîdî bú, şewq ne dide welatê bindest.
..Bi kez di çû, mirov di ku ewjî bûye hevalê zordest û zalime. Wey male min bê, mirin û bi hezare mirin. Lê kesekî ne got ev çi zilm û wahşete. Lo bira ev welat bûye goristane me. Ma emê her tim mirin?wextekî dengê bilbil û zaroke dihat îro dengê kûnde tê. Ez nizanim çi ji vî welatî hat. Sar, bê deng û roj bi roj wêran dibê. Ne Afgan û ne Kenya ye. Evder Mezra Botan û cîyê Mîr û zanisteye. Kânîn Mîr? Kanî zanist û rewşenbìr? Wey bavo Ehmedê Xanê, Feqîyê Teyran, Melaye Cizîrî, gelo goristane wa di çi hàlîdeye?Ji xwe goristane Mem û Zîn?Çi jê hat gelo? Haye we jê heye ey Kurdno? Rêberno, Mezinno, Wezîrno, Sîyasetmedarno? Bawer nakim. Ez feqîrê xwedê di navbenda çar sînore mîne êsîre me, mîne Kurdistan ..welatekî pîroze lê êsîre xelk û alemêye. Nizanim çime xwedîyê wî ne evîndarê wîye. Çime xwedîyê wî nînin? Çawa, hene û mîlyonin, hinek dibêjin çil mîlyon û hinek dibêjin şêst mîlyon, li Afgan û paqîstan en hindik Deh mîlyon hene. Ger tu bawer nekê lîkolînê bike, Yes……
Navê wa çîye? Çi qewmin?Dibêjin Kurd. Hinek Dibêjin Kurdo. Ew çi dikin?Bindest u bê Dewletin. Parçe parçene u bê xwedî u bê kesin. Zilm u zordestî pare wa ye. Ma deng dernaxin? Çawa, ev heye çil u heft care ku serî di hildin. Lê dema ku nêzî Azadîye xwe dibin xelk wa di xapînin. Wa diberdin hevdû u têk diçin u dibin xulamê xelkê.
..Wext payîz u qesem bû, bajarekî qedîm û xelkê wê qedirbilind u hûrmetkàr bû. Ex rêwingî búm rêçkà min û ên em hevre ji hevdû qûtbû. Dema ez gihiştim bajêr xemgîndarîyeke mezin hebû. Min pirsî, çi bûye? Gotin romîye biser bajêrde girtine. Gel didin hevdû. Dibin newalê û liwir dibîstan heye wa liwir kom dikin. Piştre wê Gel eşkence bikin. Min dîse ku ma ne vê şeve tarî û vê sermayê bê. Dibêjin hinek çekdar hatine û liser fermandarê wa danîne, ew jî hêrz bûne û tola xwe ji Gel distînin. Min pirseke dîtir pirsî. Sûcê Gel çîye? Dibêjin we jibon wa rêbertî kirîye. Min ku ma zarok û dayîk jî. Gotin ew çawa dixwazin wisa dikin. Em dibin qontrolê de derbas bûn û gihiştin bajarê Dîrokî. Şev û serdor bê deng bû. Darê beruwa û kevirê bajêr bi xwe melül bûbûn. Ezî derbasì bajarekî dîtir bibim. Min pirsî ev bajar û bajarê ku ez biçimê ên pişt vî çîyayî navbenda wa çend saettin? Gotin ne geleke, lê tu nikarê biçê. Min ku çime? Kenîn û gotin tu dînî? Çime tu dixwazê vê şeve tarî û taristan biçê? Min ku kârê min heye. Dîse kenîn û gotin bawer bike tu dînî. Min ku na. Lê çime hun dikenin? Gotin em bi te dikenin….
Min ku wî çaxî ez çawa bikim? Ez nexwazim livir bimînim. Bankire min ku were, eger tu dînbê, ez jite dîntirim. Were bibe mêvanê min. Bi destê min girt u ez birim male xwe. Piştî wextekî kin em gihiştin male wî. Derî vekir u ku kerem bike
Min ku na, ne tiştekî raste, ev li himberî we u malbatê bê hûrmetîye. Tu xwedîyê malê yî, tu kerem bike u ez jî peytede werim. Deng dernexist u meşî kete xanî, min jî wî şopand. Xanî piçûk bû, sê oda u lêwanek bû.
..Ji kelpîçe u kevin bû. Em derbas bûn u li odekê rûniştin, malxanime wî hat u bixêr hatin da. Min ku tu herhebê xwîşke delal u hêja. Xwedê jite razî bê. Piştî wextekî kin sifre xwarinê hat u li malê çi hebû anî liber me danî. Me xwarine xwe xwar u min zorsapasîye wa kir. Piştre çayê hat u cixarekek pêxist u gote min ku tu mirovekî zane xûye dikê. Min ku na lê serpêhatîye we jî heye. Ku raste lê zanebûn tiştekî dîye. Min ku raste u min hinek pirs jê pirsîn.
..Ez bi girtine Gel gelekî êşîyem, wê çawa bibê. Ku desture we bê, ez biçim cem cîranê xwe u ezê bêm. Min ku ne raste lê kerem bike.
..Çû u texrîben piştî bîst deqîqe hat. Ku Gel dane hevdû u mezinê romîye “”haşe “”gotîye xwedê nîne, pêxember jî çûye bêhnberdanê, dayîke min yek’e lê bavê min kîye kesek nizanê. Hun her tiştî nebêjin ezê we tazî bikim u kûçike berdim ser we. Dema wisa got ez gelekî acizbûm. Min ku ev çawa dibê ma edalet nema. Ev çi wîjdane u ez gelekî xemgîn bûm. Çaye min dîse dagirt u cixareke tûtinê pêça u pêxist u da dest min. Min ku zor spas u Piştre ku eger destûre te hebê, ezê çîrokeke serpêhatî ji tere bêjim….Min ku kerembike ku tu keremdar bê u dest pê kir…..
….HESO U NAZÊ….
Dibê di kêleke Gelîyê Zîlan malbateke hêja û bavê malbatê Kûllî can axe hebû. Wextek hat biser Wade gelekî xerab. Ji welatê xwe penaber bûn. Piştî demekê jîyan Ku xweş bû, dîse hatin warê xwe. Malbatte Kûllî xan axe dolemend bû. Ku ey xwada şikir jibon dane te.Lê xwezî zarokê min jî hebûne. Xwadayê mezin sê lawik danê. Navê yekî Heso bû. Heso xortekî delal û xweşik bû. Brazîye Kûllî xan axe Nazê hebû. Kûllî xan axe Nazê ji Heso re xwest. Kirin bûk û Heso û Nazê zewicîn.
..Kûllî xan axe şikre xwe anî ji Xwadayê mezin, jibon ku dolemend û zarokê xwe zewicandin. Ji herkesî re dibû âlîkar û Kurdekî bi rehmet bû. Rojek ji roje Kûllî xan axe jîyane xwe ji dest da.Heso gelekî liber bavê xwe ket û êşeke bê derman lê peyde bû. Birayê gotin emê birayê xwe bibin cem hekîme bere rehet bibê. Lê Hevjinê wa qabúl nekirin û gotin hun ji birayê xwere çareserîyekê nebînin emê biçin male bavê xwe.
..Felek bêbext û rúreş bû. Qedereke xerab hatibû serê Heso û Nazê. Evîne wa liwa nehat û malikwêranî biser Wade hat.Birayê Heso, wî birin şikefta di kêleke Gelîyê Zîlande bi cîh kirin û hatin male xwe. Heso jiber êş û eleme nale nal dikir. Nazê dert giran û di xemgînîtîyeke mezinde di nalî. Ne şev lê şev bûn û ne di roje de hedan di bû. Biser vî derdê girande birayê Heso gotin malbate Nazê ku heyra birayê me nexweşe û êşa ne rehetbûnê ketîye. Hun jî werin keça xwe bibin.
..Malbate Nazê ku heyra eger keça me bê, a weye jî, hun çibikin , hun serbestin. Birayê Heso Nazê dane mêrekî. Ne wîjdan û ne merhametta wa hebû. Xwazgînîyê Nazê hatin û wê xwestin û xistin bûk û birin. Birayê Heso jibon malê Dinê xîyanet li Heso û Nazê kirin. Nazê li hesp siware û bi dert û kûle. Hêstirê Nazê mîne ava kanîye di herikin. Gihiştin ver çemê Gelîyê Zîlan û Heso liwir di şikeftê de ye.Nazê gote serkêşê xwazgînîye ku heyra ez mahrkirine Heso me. Destur bidin ez biçim helallîyê jê bi xwazim û werim. Destur dane Nazê û gihişte şikefta ku Heso tê de. Nazê ku wey Heso, Heso ku ha Nazê ma te jî bêbexti limin kir. Nazê ku na Heso. …Çavê bêbext û feleke wêran kor bibê. Birayê te jibon malê Dinê ez dame xelkê. Lê ezê duakê ji Rebbê bânî bikim tu jî bêje amîn û kanî zimanê xwe têxe devê Nazê belkî ev Rebbê mezin êşa te jî berdê bedena min û rehkê me hetduye li vê şikeftê bistînè. Heso û Nazê wisa kirin û temenê wa xilas bû û çúne Dinyaye Du yem…Mazûlvanê Nazê meyzekirin Nazê ne hat yek jiwa çû şikeftê meyzekir. Dît ku Nazê û Heso emrê Xwadayê mezin kirine. Bankire Melê ku heyra mele were Nazê û Heso ne saxin terqêna wa bi xwîne. .. (Hozan Kazo )