Kultur

Bila hemû rayedarên dewletê fêrî zimanê kurdî bibin

Bila Hemû Rayedarên Dewletê Fêrî Zimanê Kurdî Bibin!

Li gorî nûçeyên ku di medyayê de belavbûne Qeymeqamê navçeya Beşebebê, Îsmail Pendik fêrî zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam dibêje: Gava ku mirov bi zimanê Kurdî diaxive diyalog bi xelkê re bi germî berdewam dike…

Rast e. Gava ku rayedarên dewletê fêrî Zimanê Kurdî bibin atmosferekî germ, aşîtiyane, dostane pêk tê. Naskirina gelê Kurd pêşî di ziman û kultûra wana re dibe û dibe xwedî wate. Gava ku mirovên me hevdû qebûlbikin, hevdû nasbikin diyalogên di navbêna hemwelatîyên dewletê de, di siyasetê de, di xebata kultûrî de hêsanîtir dibe, germtir dibe.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji ber wan sedeman dibejin; bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Bila pirsa zimanê Kurdî bibe pirseke xwezayî û civakî.

Ji ber vê yekê em weke Platforma Zimanê Kurdî helwesta Qeymeqamê Bêşebabe erenî dinirxînin. Di fêrbûna zimanê Kurdî de em serketine ji birêz qeymeqam re dixwazin.

Em bangî hemû qeymeqam, walî, fermandar, amirên sivîl û leşkerî dikin ku Kurdî fêr bibin. Fêrbûna zimanê Kurdî ji bona rayedarên dewletê bila bibe gava pêşî ji bona aşitî û pêkvejiyanê.

Şerefxan Cizîrî                                                                                                       

06.07.2019

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî

Back to top button