Bûne zirtekê ber pêlewan!
Süreç heye û nîne, belê heye va parêzerê Ocelan çûne balê yaho. Emê bahsa Ocelan û sûrêçê bikin heta ku em Îstambolê hal bikin, jêw pêde nîne!
Kurd kirine qukla pêlewan li ser ben dilîzê û ew jî li erdê xwe hildidin. Dibêjin e pêlewan, tu bi kevê tuwê li erdê bikevê lê em bikevin emê li kû bi kevin? Ewjî wê li binê dojederê bi kevin! Gelkî hij dojehê dikin. Wey xwelî li seran îflas kirin li herdu dinya, mix û mîjî ku tune bê dijmin berê mere didê bîrê çilgaz ku ne hewar û ne gazî.
Hinek Kurda di elimênin firê teyran û hinek wan di eliminin xapê rovîyan. Her ku tên xapandin heta ku pirtik bi biwan werin û birînê wan bi kewin malik li wan xera dibê. Dibê werin emê we bi elmênin firê teyran û wan li hewa digerînin bilind dikin û ji jorde wan berdidin li nîvê tehtê dikevin ling û parsu tev dişkin dibêjin: “Evin firê teyran. Cara din dibê, werin emê we fêrî xapê rovîyan bikin, wan li nava şaxwir û nizaran digerînin heya ku bask û perê wan tev dişkin, dibê, ev xapê rovîya ne.
Eva dîsa Erdoxan di dora Kurda re dizîvirê ka wê vê carê wan çawa bixapênê? Ku Kurda nexapênê Sitanbol ji destê wî wê herê. Divê dîsa Kurda baskî xweve bikşînê, lê hingî wan xapand ne derbek û dudu û sisê piçkî zorketiye divê ku bi şêweyekî binavkî vê carê dolaba bizîvirênê, lê ka wê bi ser bikevê an na, ne dîyare. Lê belê Kurd rihet têne xapandin. Bi du peyva Ocalan û Sureç anî ziman îş temam. Erdoxan bi ser şîfra Kurda ve bûye.
Welatê ku heq û huquq lê nebê pirs girêk li wî welatî xelas nabin û huzûr çê nabê. Mahkemê wan wekî listokê zarokan ne. Yanî qaşo huqûq hene lê tev derewin, ti hukûq tune ne. Kî xwert be ew xwedyê mafe, hem li mahkemê û hem li dîwanê û li kolanê, li suk û li bazarê jî ewê bi hêz xwedî mafe!
Li dewleta Tirkîye kî here ser text ew dibêjin dewleta me hukukîye xwedî edalete. Li ser dîwarê xwe dinivîsin “hek kuvetin ûstûndedir” Yanî maf di ser quwetê re ye lê tev derewin. Me tevan dît hilbijartin çêbû bo şaredarîya. Em nizanin ka çiqas hîle û finas çê bûn, lê her kes zane gelek an hindik gel zanin kê fial û finas kirin zanin. Lê bela ew partî dinav xwe de hîla bikin nekin ew pev zanin. Lê dizîvirin guwê xwe tînin dixine dawa Kurdê xeşîm û belengaz de.
Erdoxan zîvirrî û fikiri ku ez çi bikim û çi nekim ezê çawa Setembolê ji destê CHPê derxim? Jê re rêkek dît, parêzerê Apo birin cem Apo û ji Apo re gotin: Bêje Kurdê xwe bela li dijî Erdoxan dernekevin û pişgirîya CHPê nekin. Heger ku di hilbijartin ê de ferq hindik be AKPe zanê çawan dolaba bizîvrênê. Lê ku Ferq gelek zêde bê jê re rêbaz zore. Ma xapandina Kurda çiqas rihete lo, Kurdê kawik.
Gotinekî pêşîya heye dibêjin, ku qelandina gêrikê tê perê wê çêdibin. Îca bawer bikin perê Erdoxan çê bûne . Êrşî Kurda dikê, êrîşî Emerîka dikê, êrîşî Yewnan dikê, çep û rast dibarênê ka li kê kevê? Wellehî ji Sedam re nema û ji Esad re jî namînê, ji Hîtler û Sitalîn re jî nema û ji Erdoxan re jî namînê. Û ji Apocîyan re jî namînê. Lê belê malik li me Kurda xeradibê, ku mala me xera bû ji wan re bimînê û nemînê hêjaye çi? 21.5.2019 Dilciwan