Cîhan

Dezgehên lêkolînê ji bo hilbijartina Stanbulê çi dibêjin

Ji bo hilbijartinên Stanbulê dezgehên lêkolîn û lêpirsîna encamên cuda dertêxin holê. Lê piraniya lêkolîna vê carê behtir şansê serkeftinê didin AKPê.

Ji DW /Tirkî Asli Işik di vê derbarê de nûçeyek çêkir û dide xûyakirin ku,eniya AKPê stratejiyek rast ya hilbijartinê rêve dibe û vê yekê encama lêpirsîna dezgehên lêkolînê ve girê dide.

Niha zehmetiyek heyeku, Tifaqa Milet cardin bikaribe kesên dengê xwe dayîn Ekrem îmamoglu cardin bibe ser sendoqan. Ji aliye din vê hevdîtina li gel Ocalan û gotinên ku , dê Demirtaş azad bikin bandorek di nava hilbijêrên HDPê de dike.

Piştî biryara îptalkirina hilbijartina Stanbulê hatî dayîn heta niha li ser encamên dezgehên lêkolîna derêxistîn holê, DW beşî Tirkî nirxandinekî dike.

Berpirsê dezgeha lekolînê MAK dibêje ku, ji % 17 xelkek neçû ser sendoqa û dengê xwe bi kar neanî. Niha jî dê % 10ê wan neçin û deng nedin, lê kijan alî bikaribe % 6-7 ji van bibe ser sendoqa , dê hilbijartinê kar bike.

Berbirsê MAK dibêje: Piraniya van dengdaran li navçeyên wek, Esenyurd, Kucukcekmece, Bagcilar û Sultanbeylî dimînin, li van deveran gelek Kurd jî hene. Sedemê ku piraniya van dengderan neçûyîn ser sendoqê, ji helwesta Erdogan ya Tund bû. Gotarên Erdohgan yên nijadperstî bandorek mezin kir ku deng nedan AKPê.

Berpirsê ANARê Ibrahim Uslusî dibêje: Di hilbijartinan de wek redfelekî milyonek kes neçûn dengê xwe nedan. Ji van nîvî dengê xwe didin AKPê. Niha stratejiya AKPê ewe ku van bibe ser sendoqa.

Back to top button